- Hazeynî zimenekî xefkirinê ye li Kurdistanê. Rahman Keskîn ê 76 salî yê ji navçeya Meletiyê Darendeyê ji bo vî zimanî dibêje, “Nû nîne, ji serdema Osmanî ve heta bi îro hatiye”.
JIYAN ELMA
Hazeynî zimenekî xefkirinê ye li Kurdistanê. Rahman Keskîn ê 76 salî yê ji navçeya Meletiyê Darendeyê ji bo vî zimanî dibêje, “Nû nîne, ji serdema Osmanî ve heta bi îro hatiye”.
Di Hazeynî de mirov nikare behsa dewlemendiyeke gotinan bike. Di navê de gotinên ji Kurdî, Erebî Farisî, Tirkî û heta Rûsî hatî girtin hene. Li gorî gramer û hevoksaziya Tirkî jî ew peyv tên cem hev. Sîntaks û morfolojiya wê de ti tişta nû nîne. Mirov tam bi destpêka peydabûna vî zimanî nizanibe jî, li gorî texmînan divê 250-300 salî be. Taybetmendiya vî zimanî ew e ku di jiyana rojane û bazirganiyê de hin peyvan bi gotinên cihê îfade dike û ev jî ji ber şertên heyî li ser bikarhênerê vî zimanî ferz bûye.
Yanî ziman ji bo veşartina tiştan peyda bûye. Rahman Keskin vê yekê wiha rave dike: “Taybetmendiya vî zimanî ew e ku di jiyana rojane û bazirganiyê de neçar maye hin peyvan bi gotinên cihê îfade bike. Lê bi qasî ku ez ji bav û kalan hîn bûme, ev ziman hingê, piştî ku esker, karmendên bacê û cenderme destdatînin ser malan, zordariyê dikin, aza û begên ji derve miameleya koleyan bi gundiyan re dikin, derketiye holê.
Bi demê re ji bo ku hevdûagahdarkirina li ser kontrol û serdegirtinên zabitiyan, polês, cendermeyan ev ziman tê bipêşxistin û heta bi îro tê”.
Di belavbûna zimên de çerçî diyarker bûne. Ji ber wê jî ew dikin ku Hazeynî êdî bikeve xizmeta bazirganiyê jî. Ji bo parastina berjewendiyên çerçiyên deverê û veşartina razên pîşeyî ji xerîban, ev ziman tê bikaranîn.
Heta bi salên 1950-60’î ev ziman hat bikaranîn, lê nifşê nû bi vî zimanî napeyive.
Çend peyvên zimanê Hazeynî
Hin peyvên zimanê Hazeynî yên di xebatên Ahmet Caferoglu û Tuncer Gulensoy de ev in:
Aşkana: Aşxane
Avam hazeyn: Kesekî ji xekê
Aşir: dizî
Azina okun: bi zarê kesî kirin
Ayn: çav
Bello: Zabite, polês.
Ayn cort: çav kor
Bîder: tov
Cubur hazeyn: Zilamê xirab
Çan talir?: Çend pere (dike)?
Dazgir: diz
Dobur tîlle: Jina xweşik
Gîş et: rev, birin
Narele: Gotin, haydarkirin
Velahu: Hay ji xwe hebe, şaşiyê meke