Pêşandeya ‘Rê’ îmajan azad dike

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 6 Kanûn 2025 - 00:30

  • Bi zanabûna ku her têkoşînek jê bi xwe têkoşîneke îmajê ye, tiştê hatiye xwastin ew e ku li ser her sehneyeke fîlm bi xwendina perspektîfeke dekolonyal hatiye sekinandin û bi wî awayî lê hatiye mêzekirin. Azadkirina îmajê jî, wek armanca sereke ya pêşandeyê hatiye şêwandin.

Dîroka têkoşînên civakî di heman demê de dîroka têkoşîna îmajekê ye jî. Kesên kara û serkeftî, tim rejîmên xwe yên îmajê ava dikin û hafizeya civakan jî bi vê cureya hafizeyê ya li gorî arezûya xwe çêdikin. Dîroka bindestan yan jî ya madûnan jî, tê beralîkirin ku ew bi awayekî bêîmaj yan jî di nav îmajên neçar de were xwendin û bi vî awayî zemînên rewa tên çêkirin ku bi wan mekanîzmayên kedxweriyê tên xebitandin. Ji ber vê yekê, bi tesbîteke klîşe lê di cih de, tê gotin ku ne dîroka şêran lê belê ya nêçîrvanan heye. Bi ranêzikiyeke dîrokîparêz a klasîk, bi piranî madûnên ku dehfî derveyî dîrokê hatine kirin, bi demxeyên mîna kesên cahil, nexwende, şaristanî çênekirî û xwedî aqilekî negihîştî tên pênasekirin. Wekî ramanwerê navdar Walter Benjamin jî dibêje, ew têgiha ku em îro jê re dibêjin şaristanî yan jî çand, yanî qada pêşandeyê ya ku kolonyal e ku di heman demê de sehneyeke barbariyê ye jî. Ev îmajên ku di nav vê sehneyê de kolonî bûne û ji her cure tesîrê re vekirî hatine hiştin, wek roniyên birqok ên di nav kavilên dîrokê de, li hêviyê ne ku ji aliyê mîratgirên wan kesên wê rojê li ber xwe didan, bên derxistin, bên azadkirin û dekolonîzekirin.

Sehneya fîlmê Rê Kurdistan e

Sehneya fîlmê Rê, Kurdistan e, ku ew di nav şertên giran ên milîter ên derbeya 12’ê Îlonê de hatiye kişandin û panoromayeke mirovahiyê ye. Di nav wê avanîkirina giran de, ku bi hevkariya tehekuma mêtingehkariyê ya ku mirovên kurd duçarî wê hatine hiştin û tehekuma feodal pêk hatiye, rewşa liberçav a ferdê kurd ê bêparastin radixe pêş çavan ku ew hatiye apolîtîkkirin û bêziman hatiye hiştin. Lê Yilmaz Guney di nav van sehneyên diltezîn û kavilên civakî de yên ku wî ew nîşan dane, bi awayekî pênehisînî amaje bi wan mefhûma kiriye ku dê piştre her yek ji wan bibe îmajeke berxwedanê. Diyardeyên mîna zarok, jin, cografya, mehpûsî û sînor, ew îmajên bêdeng in ku îşaretî vê rojê dikin. Pêşande bi taybetî li dora van binyad û kirdewariyan (subjektîfiyan) tê veavakirin û hewl dide ku îmajeke diyalektîk ava bike.

Têkoşîna jinên bidolbendên spî

Wan jinên bi dolbendên xwe yên spî, ku stû ji wê qederê re xwar kiriye, ku mêtingehkar, mêrê wan yan jî malbata wan ji wan re ev layîq dîtiye, li cografyaya îroyîn derfetên berxwedanê zêde kirine û bi qasî bikarin li dor Maseya Aştiyê rûnên, her yek ji wan bûye kirdeyeke siyasî. Zarokên bi temenê xwe biçûk ên wan dayikan, li Sûra wê rojê xwedî dîmeneke wisan bûn ku her yek ji wan bêxwedî û bi qedera xwe re hatibûn hiştin, îro mezin bûne û wan Sûreke din û heqîqeteke mirov a rûmetdar afirandiye. Her wekî vê, Çiyayên Çewlikê yên ku bihur nadin, asê ne û bi şertên zor ên siruştê tên zanîn, li cografiyeyeke wisan dageriyaye ku seranser polîtîze bûne. Di mixeyîleya civaka kurdan de jî îro meseleya sînor ji bûyîna wisateke kaçaxkariyê dûr ketiye, germiya welatekî azad tîne bîra mirov. Bi vî awayî pêşande, bi îlhama ji têkoşîna jinên bidolbendên spî, li ser van îmajan hûr bûye ku bê ew çawan dageriyane û li dora diyardeya spîtiyê ya ku azad bûye û bûye objeyeke ramanê, hatiye birêxistin. Di encamê de Spîtî jî bûye semboleke wisan ku atmosfera siyasî ya îro jî wê daxwaz dike.

Qehremanê pêşandeyê; Edi Hubschmid

Pêşandeya Rê, hinek jî pêşandeya çîroka fîlmsazê swêdî Edi Hubschmid e, ku di sala 1979’an de, li Festîvala Fîlman a Locarnoyê, li fîlmê “Kerî” temaşe kiribû bi şûn de rêya wî bi awayekî helbestî bi Yilmaz Guney re gihîştibû hev û din. Edi, ji bo ku Yilmaz Guney nas bike, ketibû ser rêya Girtîxaneya Îspartayê, li wir ji aliyê Yilmaz Guney ve, bi dosyeyekê tê pêşwazîkirin, ev dosye, dosyeya Rê ye. Di wê de mê de, ku postalên leşkeran li qirikê bûn, serpêhatiya çêkirina fîlm, bi awayekî paralel bi maceraya reva Yilmaz Guney re dikeve nava hev. Hubschmid, ku hirmeteke mezin û heyraniya wî ji bo Yilmaz Guney çêdibe, senaryoyeke revê li dar dixe ku di nav de şexsiyetên giring ên mîna Nîhat Behram, Canan Gerede, Melîna Mercurî û Jules Dassin jî hene. Ev senaryo û aktor dê bi ser bikevin û li dawiyê Yilmaz Guney dê xelata mezin a Festîvala Fîlman a Cannesê bi destê xwe yê çepê rakira hewayê. Edi Hubschmid ku çîroka fîlm û ya revê bi navê “Rêya Welatê Xerîbiyê” kiriye bîrewerî, di heman demê de qehremanekî pêşandeyê ye jî.

Armanc azadkirina îmajan e

Ev pêşandeyeke tekêl e, ku hunermendên ciwan ên li Amedê dijîn, kedkarên çandê yên li ÇandAmedê û hunermendan xwedî tecrube yên ku bi hilberînên xwe yên li ser meseleya kurdî û bi xemxeriya xwe tên zanîn, tê de cih digirin. Di xebatên atolyeyî de çendîn car fîlm hatiye temaşekirin û nîqaş hatine kirin bê ew ji Rê’ya wê rojê bi çi awayî li Rê’ya îro dageriyane. Bi zanabûna ku her têkoşînek jê bi xwe têkoşîneke îmajê ye, tiştê hatiye xwastin ew e ku li ser her sehneyeke fîlm bi xwendina perspektîfeke dekolonyal hatiye sekinandin û bi wî awayî lê hatiye mêzekirin. Azadkirina îmajê jî, wek armanca sereke ya pêşandeyê hatiye şêwandin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.