- Medenî Ferho li ser Xewna Tevnan: Min xwest ez wan kesên bi rastî tevlî karwanê nemiran bûne jî, navê wan hildim, navê wan bînin. Di helbestê de jî heye. Ew leheng weke nemirên Kurdistanê hatine dîtin. Ji ber ku etnografyaya van lehengan nehatiye nivîsandin. Ti şoreşa dinayayê, bêyî ku di pirtûkan de, di edebiyatê de cih bigire, pêk nayê.
LUQMAN GULDIVÊ
Tevna Xewnan romana dawî ya nivîskar û hevpîşeyê min ê rojnamevan Medenî Ferho ye. Tevna Xewnan esas behsa rastiyan dike, heta bêjerê romanê û qehremanên wê û nivîskar yan yek in yan hev nas dikin, yan jî di “tevneke xewnan” de be jî ew nêzî hev û elaqedarî hev in. Tevna Xewnan eşkere xwestiye bibe dengê berxwedana gerîlayan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a Başûrê Kurdistanê. Nexasim jî Werxelê û dengê wan şervan û qehremanên li Werxelê hene di Tevna Xewnan de. Ew dibêje, heger rewşenbîriya Kurd nikaribe guherîna diqewime bibêje, wê gunehkar be.
Çima tu bi xwe bêjer î? Û ji bo bêjer, karakterê sereke jî tu yî?
Esas Luqman, bêjer ez im, lê lehengê sereke jî ez im. Lê min bi zimanê kesê sêyem nivîsiye. Ez nabêjim, ez çûm, ez hatim. Ev cudatiyek e ku ez li xisleta romanê bar bikim. Li aliyê din jî min xwest di vê romanê de nivîsandinê weke çalakiya herî bi nirx dest nîşan bikim. Ji ber ku Kurd di qonaxeke gelekî dîrokî de ne. Di van qonaxan de li dinyayê jî pênûs û wêje bi roleke girîng rabûne. Min xwest vê îdeaya lehengên Kurd di aliyê guhertina xwe, civaka xwe û cîhanê de bînim ziman. Lewma îdeaya hatiye kirin, li hemberî wan netewe-dewletên haydût, guhertinekê dikin. Ev guhertin jî heta îro, li nav civaka Kurd û li Rojhilata Navîn hinek guhertin birine serî. Di romanê de jî, xuya dike ku ew tiştên ez nû dibêjim û tiştên weke biwêj hatine gotin, çandeke nû ya serdemê bi Kurdan re çêbûye. Çavkaniya vê kultûrê ya madî û manewî jî bi saya serê wan lehengan derketiye holê.
Di warê hinandina romanê de jî, ez dibêjim, êdî hûnandina romana klasîk hatiye guhertin. Em dibînin ku di destpêka romana modern de yanî di Don Kîxot de û di vê romana min de eynî temtêl heye. Yanî tarîx heye, mînakên romanên şer û aştî, Tolstoy hene, yan jî gotinên hinek nivîskaran jî tê de cih digirin.
Min xwest xeyal û hêvî, bûyer û insanan, jiyana wan a îrade bi hev re dest nîşan bikim, da ku karibin bandorê li jiyanê û derdora xwe bikin.
Ji ber ku min nedikarî bi bêjerekî din û lehengekî din berxwedanê bidim, lewma lazim bû ez ji bilî gotin û kirinan, keseyate wan jî bidim. Êdî di xewnê de û bi min ev dibû. Ew tiştên li ser wan, lehengiya wan û xisletên wan ji nûçeyan û beyanatên wan ên bêtêlê ne.
Wekî din rast e em mişext in. Lê Tevna Xewnan her wiha nîşan dide ku xewn û hêviyên me li Kurdistanê ne û em nebûne zarokên kolanên Ewrûpayê.
Ev peyama te di romanên te de ne nû ye, di “Dora Bacinê bi Dar e” de ev peyama te gelekî li pêş bû.
Erê wilo ye. Axir di vê romanê de behsa netewe dewletan jî weke netewe dewletên haydût hatiye kirin. Bi wê pêwanê min gotiye, balefirên haydût êriş kirin. Heger ji erd û ezman bombardûmanek bê kirin, heger çekên kîmyewî bêne bi kar anîn. Di êrişên împaretoriyan de bi sedhezaran leşker dihatin hemberî hev û welat wêran dikirin. Lê ev a îro ji wê jî xirabtir e. Hingê gund û bajar dihatin xirakirin. Lê di bomberdûmana balefirên haydût de xwaze tevde tê xirakirin. Lewma min mînakek daye, şikefta Nûh. Faris heye heta bi darmêweyan di wê şikeftê de vedişêre. Helwêsta Faris a gundên derdora Çiyayên Zagrosê, mînakeke gelekî baş e li hemberî bomberdûmanan. Wekî din Pîrejinek heye, xaniyê wê bi bomberdûmanê hatiye hêriftin û kurê wê bi bomberdûmanê hatiye kuştin. Ew kevirên dîwar lê dike û gazinan ji wan kesan dike ku xwediyê cografyaya Kurdistanê dibînin, lê li ser wê û kurê wê naxeyidin. Helwêsteke wiha ya nerazîbûnê heye.
Em dîsa jî vegerin meseleya bêjerê te Tevna Xewnan. Ew şîretkar e, mamoste ye, dinyadîtî ye, dîrok bi xwe ye, di dawiyê de helbeskarekî jîr e. Çima hem bêjer, Tevna Xewnan û hem Medenî Ferho tu bi xwe ne?
Tevna Xewnan, esas em wiha lê binihêrin. Belkî ne ez bi xwe me, lê bibîranên min e, belkî hişê min e, belkî tarîx e, fikra min e, tişta bi min re veşartî ye. Min serê xwe bi wê meseleyê re êşand, ka çima Kurd weke bizina nojek tên dîtin, tên gunehbarkirin. Kurdên ku welatê wan hatiye parçekirin û li ser welatê wan sê dewletên tampon hatine avakirin, li hemberî daxwaza mafên xwe yên demokratîk, dîsa jî weke bizina nojek tên dîtin. Ez vê pirsê ji rojnamevan û rewşenbîrên Ewrûpî jî û ji gelek rewşenbîr û nivîskarên Kurd jî dikim. Ji ber ku di Kurdiya klasîk de rewşenbîrî hace ye. Di romana min de Adil û Merwan jî hace ne. Yanî Kurdan çima sûc kirine.
Mesela meşa dirêj a ciwanan hebû li Elmanyayê, polêsê Elman êrişî wan kir. KON-MED´ê pirseke wiha kir, "Hûn çima ev 29 sal in Kurdan sûcdar dibînin, wan weke sûcdarên potansiyek nîşan didin"
Pirseke wisa di serê gelek Kurdan heye û ez vê pirsê dikim. Gava ku ez romanekê amade dikin pirs û daneyan berhev dikim û dikim klasor. Ew sê caran ji rûpelên romana derdikeve holê zêdetir in. Di vê romanê de jî wisa ye.
Axir ez pirsê her dikim û hîna bi ser bersiva wê ve nebûme. Belkî jî bersiv gelekî hêsa ye.
Di romanê de diyalogên bi Adil û Merwan re, wekî din Tevna Xewnan jî gelek caran bi dîrokê dadikeve. Di nava vê dîrokê de 1984 çima derdikeve pêş?
Min xwest Tevna Xewnan bibe parçeyek ji tabloya parastina ji tofana tê serê Kurdan be. Ev serdem ewqasî girîng e ku em weke rojnamevan, nivîskar û rewşenbîrên Kurd mecbûr in pêşengiya hinek tiştan bikin. Kurd îro dikarin li Parlamena Tirkiyê jî bi zimanê xwe bipeyivin, stranan bibêjin û navê Kurdistanê bi lêv bikin, tevî ku di tarîxa sed salî de Kurdistan hatiye qedexekirin. Sermeselê, erê ez 73-74 salî me, lê temenê min gelekî ji vê zêdetir e.
Ciwanekî li ber darê rûniştiye, ji şer derketiye, 18 salî ye; lê dibêje, temenê min biqasî yê bavê min û kalikê min mezin e. Yanî em bi tarîxekê dijîn.
Heger malbata min û ya te jî di salên 1925-26´ê de parçe bûbin, Xoybûn ava kiribin, piştre dagirkeran di wê Xoybûnê de komkujiya Eleqemşê kir. Cegerxwîn dibêje, 2 hezar û 500 kes hatine qetilkirin, li gorî lêkolînên min, 4 hezar û 500 heta 5 hezar kes hatibin kuştin. Naxwe divê em van mijaran hemûyan bînin ziman. Ji ber ku di Tevna Xewnan de em diçin Hola Dadgehê. Dîrok kesên sûc kirine, çi general, melik, şah bin hemûçik di rêzê de ne. Ne tenê mezlûm, gêrik, giya, dar û ber jî hesab dipirsin ji wan.
Ji bo ku ez bi xwendevanan jî bidim fêmkirin, min layîheyên kozmîk danîn holê. Weke efsaneyên Yewnan û Hindistanê de mijarên kozmîk hene ku weke layîhe xuya dikin. Pêwîst e ku ev serdem jî bi layîheyan bê îfadekirin. Mesele li Başûr du qesr hene. Dêwan dor li wan girtiye. Dêw dijmin in. Ew qesr yên Kurdan in. Qesra Mam û ya Bab. Heger helwêsteke ku Kurd pê li mêrgê wan qesran biparêzin nebe, ew ê nikaribin xwe ji dêwên duserî, sêserî jî rizgar bikin. Yanî netewe dewletên îro ew dêwên duserî û sêserî ne.
Yanî dewleta Tirk 100 kîlometreyan xwe berdaya nava Çiyayên Zagrosan û dixwaze Kurdan qir bike. Ne tenê Kurdan jî, heta bi kêzik, heywan, maran bi toza kîmyewî dikuje.
Min têkoşîna 40 salên dawiyê bi çala gerîla û lepikê gerîla jî bi sembol kiriye. Ez nîşan didim çawa felsefeya civakê bi folklorê gihaye îro, distewihe û bi biwêjên wiha kultureke nû ya madî manewî derketiye holê. Yanî heger em karibin civaka xwe li ser piyan bigirin, pêwîst e em hêza pênûsê bi kar bînin.
Ez tiştekî pirr enteresan jî bibêjim Luqman. Di dojeha Dante ji bo Ewrûpayê avakirî de 7 qat dojeh ava kirine, arafe têde di navbera wan de hene. Li Kurdistanê 11 dojeh hatine avakirin û di nava wan de ti arafe di wan 11 dojehan de nîne. Bêwicdanî û bê exlaqiyeke wiha li dinyayê ne mumkin e wekî din hatibe dîtin. Gelek gel hatine tinekirin, lê eva li dijî Kurdan li ti derê dinyayê nehatiye dîtin.
Meseleya mirov karibe binivîse, çi ye? Di dawiya romanê de jî pirsa “Heger tu karibî binivîsî” heye. Gelo te xwest bibêjî, tu ew nivîskarî ku dikare binivîsî?
Di her romana min de ev pirs heye. Yanî bersiva pirsa te na ye. Li gorî min her nivîskarê Kurd mecbûr e li gorî dînamîzma îro pênûsa xwe bi kar bîne. Heger rojnamevaniya Kurdan ev 128 sal in mişext be, ev nîşan dide ku medya û rewşenbîriya Kurd negihiştiye wê asta bersivê bide wê dînamîzma civaka Kurd e.
Mixabin em li Ewrûpayê medyaya Kurd, rewşenbîriya Kurd nikarin yekîtiyeke xwe, tifaqeke xwe ava bikin. Min xwest balê bikişînim ser vê.
Li aliyê din jî zimanê Kurdî. Di warê zimanê Kurdî de medya û rewşenbîriya Kurdî gelekî lawaz e. Divê em li hêza zimanê xwe xwedî derkevin. Heger ferhenga Kurdî bi têrahî nehatibe amadekirin. Ansîklopediyên Kurdî nehatibe amadekirin. Heger ev çil sal e ku etnografyaya van lehengên ku em gihandina qonaxa îro, nehatibe amadekirin, ev kêmasiya întelektuelî û rewşenbîriya Kurd e.
Di romanê de te îşaret bi vê kiriye û gotiye hin ji Kurdan bi xwe dibin demxeya reş…
Mixabin. Doh jî di TRTKurdî de 4 însan derketibûn, yek alî gelê Kurd ê perîşankirî, mafên wî yên nasnameyê hati ne înkarkirin, gunehkar dibînin. Înstîtuyeke Kurdî hebû li Stenbolê girtin, rojnameyeke xwerû Kurdî hebû, ew girtin. Niha malperên weşana Kurdî, digirin. Rewşeke îro wilo heye ku pêwîst e întelejensiya Kurdî jê şerm bike, lewma nikare bibe besiva wê.
Bi vê pêwanê, hûnandina romana Kurdî divê zimanê diyalektîka serdema cîhanê ya tê guhertin, divê li wê vegere.
Heger beriya bi 350 salî kariye bê dayîn û îro em nikarin bidin, ev gubehkariyeke mezin e. Di romana klasîk a Rûsyayê de Oblomov heye. Oblomov di civaka me de îro gelek hene. Hemû bûne cerdevan, serek cerdevan. Divê mirov vî aliyê bide pêş.
Ne tenê leheng heye, bûyerên li dora leheng jî heye. Lê ne leheng û ne jî bûyerên li dora leheng ji civakê qut nînin.
Dinyayê Kobanê weke Stalîngrada duyem qebûl kir. Heger em nikaribin bersiva vê gotinê, em ê qels bimînin û nifşê paşerojan jî wê hesab ji me bipirse.
Te gelekî teşbîhên bi heywanan bi kar anîne. Lê herî zêde jî çûkan bala min kişand. Gelo ev ayînîkirinek, efsûnîkirinek e?
Kesê haya wê ji xwezayê hebe, bi zimanê xwazayê dizane. Mesela zimanê ba, Adil agahiyan ji bê distîne. Ba pêjna dewsan tîne, gurrêna teyareyan tîne. Tevahiya pêxemberên dinyayê, li çiyê mane. Û Cenabê Pêxember jî, kevokê di şikeftê de ew parast.
Çûk û zimanê wan ji bo Kurdan muhim e. Civaka Kurd têkildarî xwezayeke xurt e. Çiyayên Kurdistanê timî Kurd parastine û Kurdan jî cografyaya xwe parastiye. Bi saya gelek tiştên di xwezayê de. Heger îro li cem gerîla xezal hene, daristanan diparêzin. Yek ji armanca wan lehengan parastina xweza û cografyayê ye. Cografya bê gel nabe, gel jî bê cografya nabe.
Dewleta Tirk ji sala 1806’an ve ji Îsmaîl Hakki Paşa û vir ve raporan li ser eşîrên Kurdan amade dikin, dixwazin eşîrên Kurdan tine bike. Îsmet Înonu sala 1935´an çû heta bi Midyad û Basiplînê. Dîsa raporek amade kir. Tu Midyadê baş nas dike. Dibêje, Midyad bajarê Ereban e. Înkareke ev qasî darîçav û bêexlaqî li dinyayê nîne. Nabêje, bajarê Suryaniyan e, yê Kurdan e. Dibêje, yê Ereban e. Li wir Ereb nînin. Hin jê Mehelmiyên Kurd in, yên din jî bi pirranî Misilmênî ne, Suryaniyên Misilmanbûyî ne.
Di romanê de Romî weke gurê manco ne. Nexasim jî bi gotina di romanê de “dewşirme” ne. Li aliyê din jî tu parçebûna Kurdan bi nav dikî weke PDK. Gelo tu çi peyamê didî, PDK û dewşîrme?
Romiyên em behsa wan dikin, dewşîrme ne. Serokkomarên Tirk jî dewşîrme ne, Îsmet Înonu û Turgut Ozal jî di nav de. Romî ha ew gurên di postikê mirovan de ne. Îro di dewleta Tirkiyê de û di nav çeteyên DAIŞ´ê de helwêsta Romiyan heye. Romî min li dewsa faşîzmê bi kar anî. Bi vê pêwanê min xwest vê mijarê di romanê de nîşan bidim.
Timî jî bi hêza Kurdan bi ser ketine. Mîrê Kurdan gava ew dihewandin jî xwe û ew weke hev didîtin. Ev mijar divê bi dorferehî bê lêkolan.
Dewşîrmetiya îro li hemberî Kurdan jî dîrokî ye. Li Hemberî Bedirxan, Êzdînşêr rakirin, li hemberî Kurdan îro cerdevanan radikin.
Ew kesên ku tekiliyan bi dewleta Tirk re deynin û bibin parçeyek ji dagirkirina Kurdistanê û ew hêzên ku PDK´ê şandine jî ne ji bo parastina xakê hatine, ji bo dorgirtina li gerîlayan hatine wê derê.
Heger em kitêbên gorbeheşt Dr. Qasimlo bixwînin. Di yekê de ew behsa wê dike ka çawa PDK di serdema Mele Mistefa de, hin rêveberên PDK´a Îranê girtine û teslîmê Îranê kirine, hin jî kuştine û teslîmê Îranê kirine. Ev niha mînaka duyemîn e ku diqewime.
Yanî heger heft gerîla li Başûr bên şehîdkirin, û hê jî cenazeyên wan nedabin malbatên wan, divê rewşenbîr û medyaya Kurd vê yekê rûreş bikin û mehkûm bikin.
Birêz Mesûd Barzanî gotibû, ew ê destûrê nede ku Kurd Kurd bikuje, lê va ye dikujin. Heta bi Rêncber Axa, çûne eskerên xwe li wir bicih kirine. Maneya vê ew e ku PDK alîkariya dewleta Tirk dike. Divê ev hesab bê pirsîn. Em mecbûr in berdevkiya gelê xwe bikin. Yan na em nikarin bersiva serdema xwe bidin.
PDK´ê hêzên paramilîter avakirine yên weke Hêzên Roj. Ev li kultûr û bejna Kurdî nayê. Ne li gorî toreya ehd û wefaya di nava civaka Kurd de ye jî.
Em dibînin ku te nûçe û dîmenên şehîdan hildane. Te demên şehîdbûna wan jî daye. Ev şahdiyên te yên yek ser in?
Rast e. Leheng bi xwe ne. Ew lehengê pişta xwe daye darê, piştî ku ji şer vedigere, ew leheng hê dijî. Li wir ji kamerayê re dipeyive. Mirov dikare zimanê serdemê bi kar bîne û wan nîşan bide. Min xwest ez wan kesên bi rastî tevlî karwanê nemiran bûne jî, navê wan hildim, navê wan bînin. Di helbestê de jî heye. Ew leheng weke nemirên Kurdistanê hatine dîtin. Ji ber ku etnografyaya van lehengan nehatiye nivîsandin.
Ti şoreşa dinayayê, bêyî ku di pirtûkan de, di edebiyatê de cih bigire, pêk nayê. Heger îro li Kurdistanê şoreşek pêk tê, pêwîst e ku em bikin di wêjeya Kurdî de cih bigire; û pêre pêre hêîna germ cih bigire. Ji ber ku 40 sal nifşek e. Heger ew biçe, bîr jî wê biçe. Êdî bi roman, helbest, serpêhatî û çîrok, bi çi dikin, bila bikin.