Ziman û çanda Kurdî rûmeta gelê Kurd e

Çarşem 31 Tîrmeh 2024 - 01:35

  • Êrîşên dewleta Tirk ên bi nîjatperestî yên li ser govend û nivîsên Kurdî yên ji bo trafîkê li gelek deveran hate şermezarkirin. Di daxuyaniyan de hate gotin ti hêz wê nikaribe govenda Kurdî ya ku ji bo azadiyê digere rawestîne.

Navenda Çanda Mezopotamyayê got,’’Em van êrîşên nîjadperest û faşîst ên li hemberî hebûn, nasname û nirxên me yên civakî qebûl nakin û bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li her qada lê ne tevlî govendên berxwedanê bibin û bi dengekî bilind stranên xwe bêjin.” Hevberdevkê Lijneya Çand û Ziman yê DEM Partiyê Heval Dilbihar jî diyar kir ziman û çanda Kurdî rûmeta gelê Kurd e.

Riha

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) a Eyubiyeyê li avahiya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist. 

Di daxuyaniyê de endamê Meclîsa Şaredariya Eyyubiyeyê Celal Altûn axivî û wiha got, ‘’Em feraseta neyarê Kurdan ku ji ber dayik û sê keçên wê stran gotin û cilên Kurdî li xwe kirin hatin girtin şermezar dikin. Tu hêz nikarin govenda me ya azadiyê rawestînin. Gerandina govendê ne sûc e lê hemû hewldanên li dijî vê sûc û nijadperestî ne.”

Êlih

Li Êlihê jî Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arî (ARÎ-DER) bi daxuyaniya ku li ber Parka Yilmaz Guney li dar xist girtin şermezar kirin. Di daxuyaniya ku pankarta “Em êrîşên li dijî ziman û çanda Kurdî şermezar dikin” hate vekirin de Hevserokê ARÎ-DER’ê Mazlûm Tenha axivî.

Tenha da zanîn ku li dijî çand û zimanê Kurdî êrîşeke sîstematîk heye û bang kir ku li dijî êrîşan her qada jiyanê veguherînin zimanê Kurdî û govenda azadiyê bigerînin. 

Şirnex

Li Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) êrîşên li dijî çand û zimanê Kurdî bi gerandina govendê şermezar kir. Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê yên li baxçeyê Şaredariya Hezexê hatin bahev bi Kurdî kilam gotin û govend gerandin.

Aktîvîsta TJA’yê Adalet Fîdan a li ser navê jinan daxuyanî da, anî ziman ku înkarkirina Kurdan di asteke bilind de ye û wiha got: “Niha jî kesên cilên herêmî li xwe dikin, govendê digerînin, stranên Kurdî dibêjin an tên binçavkirin an jî tên girtin. Me jî weke TJA’yê kampanyayek da destpêkirin. Em ê li malên xwe, li kolanan, li meydanan an ku li hemû qadên jiyanê em ê bi kurdî axivin û bi Kurdî bijîn. ‘’

Wan

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê li ber avahiya xwe ya navçeya Rêya Armûşê daxuyanî da û bertek nîşanî girtina kesên ku li ber stranan govenda Kurdî digerandin da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em bernadin vê dîlanê” hat vekirin û dirûşmeya “Zimanê me rûmeta me ye” hat berzkirin. 

Hevberdevkê Lijneya Çand û Ziman yê DEM Partiyê Heval Dilbihar di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku ziman û çanda Kurdî nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne. Dilbihar, destnîşan kir ku ziman û çanda Kurdî ji gelek kom, netewe û gelan re bûye çavkaniyeke bingehîn. Dilbihar diyar kir ku ziman û çanda Kurdî rûmeta gelê Kurd e.

Agirî

Rêxistina DEM Partiyê ya Bazîdê li Parka Şaredariyê li hev civiya û govend gerand. Hevşaredarê Bazîdê Kenan Alkan û gelek welatî beşdar bûn.

Hevseroka DEM Partiyê ya Bazîdê Hadîme Temel a li vir axaftineke kurt kir, wiha got: “Dema dewlet nebû jî govend hebûn. Beriya 14 salan ji ber li dawetekê govend gerandibûn jin hatin girtin. Li Karadenîzê çawa horon hebe govenda me jî heye.”

Mûş

Di pêşengtiya Rêxistina DEM Partiyê ya Mûşê de parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, Rêxistina DBP’ê ya Bajêr, TJA, hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê, endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û gelek kes li Parka Ataturk hatin bahev û govenda azadiyê gerandin.

Stenbol

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) jî daxuyaniyeke nivîskî da.  NÇM’ê got,’’Ev êrîşên nîjadperestî yên li dijî zimanê me li Wanê dest pê kirin û li Amedê hatin domandin, bi rengekî organîzeyî di bin çavdêriya polîsan de tên kirin. Çanda Kurd navê berxwedana li dijî qirkirinê û têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Weke xebatkarên Navenda Çanda Mezopotamyayê em van êrîşên nîjadperest û faşîst ên li hemberî hebûn, nasname û nirxên me yên civakî qebûl nakin û bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li her qada lê ne tevlî govendên berxwedanê bibin û bi dengekî bilind stranên xwe bêjin.”

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.