- Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Feratê (Ferat Der) ku li Semsûrê xebatên xwe bi rê ve dibe, di çarçoveya rêzeçalakiyên 21’ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de panela “Ziman, Çand û Nasname” li dar xist. Panel li avahiya KESK’ê pêk hat.
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Feratê (Ferat Der) ku li Semsûrê xebatên xwe bi rê ve dibe, di çarçoveya rêzeçalakiyên 21’ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de panela “Ziman, Çand û Nasname” li dar xist. Panel li avahiya KESK’ê pêk hat.
Nivîskar Dilawer Zeraq, Sîdar Jîr û Mehmet Oncu wek qiseker beşdarî panelê bûn. Gelek kes jî tevli panelê bûn û nûnerên rêxistinên sivîl û siyasî jî beşdar bûn.
Hevserokê Ferad Derê Kazim Turhan destpêkê axivî û got, heke zimanê Kurdî winda bibe, Kurd jî wê tine bibin û bal bire ser girîngiya ziman û çanda Kurdî.
‘Bakûr ji sedî 80’ê asîmîle bûye’
Nivîskar Dilawer Zeraq bal bire ser polîtîkayên li ser zimanê Kurdî û got, “Rêjeya asîmîlasyonê li bajarên bakurê Kurdistanê derketiye ji sedî qederê 80’yî. Divê em ji serdestên xwe zimanê xwe daxwaz nekin. Divê em biçin pêşberî eynê û ewilî li xwe binêrin, gelo ka em xwe dibînin? Rû û deng ên me ne, lê ruh ne aydê me ye. Ziman ruh e, ruh nayê guhertin. Divê her kes xwedî li ruhê xwe derkeve û qezenc bike.”
‘Zimanê zikmakî genetîk e’
Nivîskar Sîdar Jîr jî anî ziman ku zimanê zikmakî di genetîka mirovan de heye û got: “Gelek tişt mirovan ji hev vediqetînin. Ev guhertin genetîk in. Tişta ku mirovan ji hev vediqetîne ziman, çand û rengê wan e. Ziman û çanda mirovan bi genetîka wan ve girêdayî ye. Zimanên gelek neteweyan ji aliyê mêhtingerên wan ve tê asîmîlekirin û wiha dibe ku ew netewe êdî bi zimanê mêhtingerê xwe diaxive.”
‘Her diçe Kurdî kêm dibe’
Nivîskar Mehmet Oncu got, her roja ku diçe, axaftina bi Kurdî kêm dibe û bi milyonan kesên bi Kurdî diaxivin hene. Oncu anî ziman ku asîmîlasyonê beriya avakirina Komara Tirkiyê dest pê kiriye û bi damezrandina komarê re asîmîlasyon her ku çûye berfireh bûye û didome. Oncu got, yek ji nirxên herî mezin ziman e û divê ew destûrê nedin ku zimanê Kurdî tine bibe.
MA/SEMSÛR