Zilma rejîmê bi raperînê nikare

Duşem 28 Mijdar 2022 - 20:16

  • Rejîma Îranê zilma xwe ya li dijî raperêna li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranlê zêde kir. Beramberî vê bi grev û çalakiyên cihê xelkê Kurdistanê û Îranê bersivê dide.

Raperîna ku êdî li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê veguheriya şoreşekê, ji 16´ê Îlonê ve dewam dikin. Doh nexasim jî grev li seranserê Îranê li zanîngeh û dibistanan belav bûn. Karker û şofêrên barhilgiran jî bi grevê û çalakiyên xwe serhildanê geştir dikin. Ji parlamenterên Meclîsa Îranê yên Kurd Celal Mehmûdzade yê nûneriya Mehabadê dike, wezîrê karê hundir ê Îranê Ehmed Vahîdî bi dayîna fermana komkujiyên li Kurdistanê tohmetbar kir. Di vê tohmeta xwe de wî her wiha got, herî kêm 105 kes li bajarên Kurdan hatine qetilkirin. Li aliyê din rêxistinên mafê mirovan ên li ser Rojhilatê Kurdistanê kar dikin, bîlançoya xwe ya nû eşkere kir. Piştî ku ciwanê 16 salî Riza Kazimî yê ji Kamyaranê ji ber birînên xwe doh şehîd bû, hejmara şehîdan li Rojhilatê Kurdistanê bû 118. 

Xwendekar û mamosteyan berdin

Li gel bicihkirina hêzên mezin ên leşkerî li nava bajarên Rojhilatê Kurdistanê û sepandina atmosfereke tund a leşkerî, çalakî û xwepêşandan dewam dikin. Pêr li hinek taxên bajarê Sine, ciwanan bi şêweyên cuda nerazîbûna xwe anî ziman û çalakiyên xwe didomandin.
Li Sine wekî din mamostayê beşa Kurdî yê Zanîngeha Sine, hêzên rejîma Îranê ‘Behrûz Çemenara’ kirin nezaretê û ji îna bihurî ve aqûbeta wî ne diyar e. Xwendekar û mamostayên Zanîngeha Sine, daxwaza berdana xwepêşanderên di nezaretê de yan jî girtî hemûyan kirin.

Bajar veguherandine baregehên leşkerî

Li gorî çavkaniyan, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, navendên leşkerî hatine danîn. Hêzên leşkerî bi awayekî kite b kite, li wesayîtan lêgerînê dikin, û di bajaran de li kolanan û li ser rêyan hêzeke mezin a leşkerî tê dîtin.

Piştgirî dan serhildana Rojhilat

Li ser asta Îranê jî li Zanîngeha Tehranê û hinek bajarên din, xwepêşandan û çalakiyan dewam kir. Pêr bi şev li taxên Tehranê li dijî rejîmê û ji bo piştgiriya xwepêşanderên li Kurdistanê û Belucistanê dirûşmeyên cuda hatin gotin.
Di heman demê de li bajarê Kirmaşanê jî şofêrên barhilgiran tevlî greva hevpîşeyên xwe yên li Bender Ebas, Îsfehan, Qezwîn û Kaşanê bûn.
Her wiha karkerên hinek kargehên mezin ên Îranê li dijî şert û mercên nebaş ên jiyanê, bipaşxistina dana mûçe û piştgiriya ji bo xwepêşandanan, greva xwe didomînin.

Wezîrê karê hundir komkujî kirin

Ji parlamenterên Meclîsa Îranê, nûnerê Mehabadê Celal Mehmûdzade, got, li bajarên Kurdan hêzên Îranê bêhtirî 105 kesan qetil kirine. Wî wezîrê karê hundir ê rejîmê, Ehmed Vahîdî bi berpirsiyariya komkujiyê tohmetbar kir û got, wê fermana zilma dijwar li dijî xwepêşandanên li herêmên Kurdan daye. Wî di axaftina xwe ya li parlamenê de her wiha zilma hêzên rejîmê ya vê dawiyê yên artêşa Îranê jî xiste ber lêpirsînê û got, “Sedema wan serdegirtinên malan ên bi şev, texrîdkirina maşînên xelkê, nivîsên li nava malên xelkê û avakirina terorê çi ye?" Mehmûdzade wezîrê karê hundir û desteya ewlekariya neteweyî ya rejîmê ji vê zilmê berpirsiyar nîşan da.

Dr. Behrûz Çemenara revandin

Hêzên rejîma Îranê wekî din 25´ê Mijdarê li Sine mamosteyê zanîngeha Sine yê beşa Kurdistannasiyê, Dr. Behrûz Çemenara kire nezaretê. Malbata serokê berê yê heman beşê dide zanîn ku heta niha ew bi aqûbeta Behrûz Çemenara nizanin.

118 şehîdên Rojhilat

li gorî bîlançoya dawî ya hatiye eşkerekirin, di êrişên rejîma Îranê yên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de 118 welatî hatine şehîdkirin. Ji van 15 zarok in û 7 jî jin in. Wekî din rejîmê bêhtirî 5 hezar kesan kirine nezaretê. 
Li seranserê Îranê hejmara piştrastkirî ya mirovên di raperînê de hatine qetilkirin, pirraniya wan li Kurdistan, Belucistan û Sîstanê, bûye 416. Ji van 51 zarok in û 27 jin in.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.