Zilma li Efrînê ya dagirkeran

Sêşem 11 Nîsan 2023 - 10:21

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrînê 325 darên zeytûnan birrîn û li şûna wan mêtingeheke nû ava kir. Çeteyên dagirkeran du welatiyên din ên Efrînê revandin.

Çavkaniyekî cihî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi desteka hin rêxistinên ji Kendavê, 325 darên zeytûnan birrîne û li şûna wan ji bo malbatên çeteyan mêtingeheke din ava kirine.

Darên hatine birrîn ên welatiyê bi navê Nebîh Xelîl Murad ê ji gundê Kefer Sefrê yê Cindirêsê ne.

2 welatî hatin revadin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 welatiyên ji navçeyên Raco û Mabeta yên Efrînê revandin. Çeteyan li navçeya Cindirêsê jî 29 darên zeytûnan birrîn.
Çeteyên bi navê “Polîsên Leşkerî” bi behaneya ku beşdarî xwepêşandanên li Cindirêsê bûne, Bedirxan Bederedîn Mihemed ê ji gundê Meydan Ekbes ê navçeya Raco, li ser benda kontrolê ya li ketina navçeyê revand.

Nehat zanîn bê ka welatiyê hatiye revandin, birine ku derê.

Çeteyên El Hemzat jî li navçeya Mabetayê, welatiyê bi navê Îbrahîm Cemal Mistefa yê ji gundê Cûqê revand ji ber ku wî daxwaza mal û milkên xwe yên desteserkirî kiribû.

Heman koma çeteyan 29 darên zeytûnê yên welatiyên ji gundê Kefer Zîtê yê navçeya Cindirêsê jî birrîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.