Zilma Îranê berxwedan neşikand

Duşem 16 Çile 2023 - 10:49

Li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê ku di ser xwepêşandanan re 4 meh derbas dibin, bi awayê cuda çalakî û nerazîbûn didomin.

Xwepêşander bi nivîsandin û gotina dirûşmeyên li cihên giştî, nerazîbûnên xwe li dijî biryarên bidarvekirinê, tînin ziman.

Li gorî dîmenên hatine parvekirin, li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê hejmarek ciwan bi pêxistina agir û dirûşmeyan nerazîbûna xwe li hemberî rejîma Îranê anîn ziman.

Li bajarê Bokanê merasima roja jidayikbûna Hejar Mamxusrewî ku yek ji xwepêşanderên wî bajarî yê şehîdkirî ye, li ser gora wî pêk hat.

Jina ji Sine, Ferîde Seleatîpûr a ku di 17’ê Mijdarê de di dema xwepêşandanan de gule li ber çavê wê ketîbû, êdî nabîne. Ji ber zextan ev 2 meh bûn ev agahî parve nedikir.

Dunya Ferhadî hat qetlkirin

Li gorî daxuyaniya Meclîsa Pîşeyî ya Xwendekarên Îranê, Xwendekar Dunya Ferhadî piştî roja 7’ê Kanûna 2022’yan li qada xwepêşandanên di nava Zanîngeha Ehwazê li gel xwendekarên Besîcî dikeve nîqaşê, piştre ji aliyê wan xwendekaran ve bi guleyê tê kuştin û cenazeyê wê avêtine nava rûbarê Karûnê de. Li gel dewama nerazîbûnan, pêla girtin û binçavkirina xwepêşanderan jî dewam dike.

Li Strasbourgê çalakî tê li dar xistin

Li derveyî Îranê, çalakiyên ji bo piştgiriya xwepêşanderan dewam dikin. Li Kanada hejmarek Îranî tevî sar çalakiyek lidarxistin.
Biryar e ku welatiyên Îranê yên li Ewrûpayê çalakiyeke girseyî li bajarê Strasbûrgê yê Fransa li dar bixin.
Li gorî gotina çalakvanên Îranê, ji derveyî piştgiriya bi serhildana ‘Jin jiyan azadî’ re ew ê daxwazê ji Yekîtiya Ewrûpayê bikin ku rola Artêşa Îranê weke ‘terorîst’ nas bike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.