- Heyeta dadgehê li dîmenên zilma dewleta Tirk li dijî Kurdan temaşe kir.
PERVÎN YERLÎKAYA
Doza li dijî 5 Kurdan a li bajarê Elmanyayê Stuttgartê li hola Hepsa Stammheimê dewam kir. Di dozê de Veysel S., Agit K., Özkan T. girtî û Cihan A., Evrim A. jî serbet tên dadgehkirin. Pêncşemê rûniştina 68ʼan û înê jî rûniştina 69ʼan a dozê bi rê ve çû.
Hefteyên bihurî Veysel S. daxwaznameyek da. Dadgehê gelek xisûs red kirin, lê qebûl kir ku dîmenên zilma dewleta Tirk li Kurdan dike bên nîşandan. Parêzerê Veysel S. pêncşemê gotibû, hûn radibin dîmen û nûçeyên li ser mexdûriyeta eskerên Tirk nîşan didin, heger dadgeh serbixwe ye, divê dîmenên zilma dewleta Tirk û nûçeyên aliyê Kurd jî bibîne. Ev îtîraz hat qebûlkirin.
Li ser vê yekê 10 dîmenên DIHA, DHA û ji hesabên dagirkeriya Tirk ên li ser medyaya civakî hatin nîşandan.
Li axaftina Serokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç a di bernameya radyoyê de jî hat guhdarîkirin: "Tiştekî em bikin nîne. Birîndar li cem me hene, du cenazeyên me hene. Em wan himbêz dikin. Em dikarin wan derxin derve. Gava em serê xwe derdixin guleyan li me direşînin."
Piştî temaşekirina li dîmenan, parêzera Agit K. Fatma Sayın peyivî û got, "We li van dîmenan temaşe kir. Kurdên li Ewrûpayê ji bo protestokirina vê rewşê çalakiyan organîze dikin. Hûn gava van birêxistinkirinan û çalakiyan sûc dihesibînin, hûn Kurdan krîmînalîze dikin û ji xala 129b wan dadgeh dikin."