Zilma dewleta Tirk bi dawî nabe

Pêncşem 25 Adar 2021 - 15:22

Polêsên Tirk doh li ber Edliyeya Rihayê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku nobeta 'Dad'ê digirtin, binçav kirin. 

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku li ber Edliyaya Rihayê bi daxwaza 'Dad'ê çalakiya rûniştinê dikirin, piştî ku hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk serdana wan kirin, ji hêla polêsan ve hatin binçavkirin.

Di roja 17'an a çalakiyê de polêsan dest li ser dowîzên malbata Şenyaşar a bi naveroka dadê danîbûn û dora wan pêçabûn. Piştî serlêdana KCD'ê û DBP'ê dayik û kurê wê ji hêla polêsan ve hatin binçavkirin. Polêsan dest li ser sicade û dowîzên Şenyaşar danîn. Şenyaşar birin Midûrtiya Şûbeya Ewlehiyê ya Emniyeta Bajêr a Rihayê.

ANF/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.