Li gundên Şirnexê gundî bi zibarê li ber stranan palehiyê dikin. 

Li bajarên bakurê Kurdistanê hişkesaliyê her çiqas xêrûbêra dexlûdan kêm kiribe jî cotkar zadên xwe berhev dikin. Li navçeyên Silopiya, Cizîr û Hezexê xelkê zadên xwe berhev kirin. Lê belê li navenda bajêr û gundên wê hêj çinîna zad dewam dike. Traktor û bîçer (derase) nikarin biçin zeviyên gundên navenda Şirnexê û zeviyên zad bi destan tên çinîn. Gundî ji bo çinîn ango dirûna genim kom dibin û bi zibareyî genimên xwe diçinin. Gundî bi dîtbariyek xweşik ku di şiklê koroyê de stranan dibêjin û palehiyê dikin. 

MA/ŞIRNEX