Bi komûnalî birînên xwe dipêçin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 27 Mijdar 2023 - 00:14

4′ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û şer navendên xizmetguzarî, tenduristî, stasyonên petrol, elektrîk û avê yên li kantona Qamişloyê bombebaran kirin. Di encamê de li zêdetirî 40 gundên herêma Aliyan a bakurê navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa elektrîk û av qut in. 

Bajarokê Maşûq ê li bakurê navçeya Tirbespiyê yek ji wan gundan e ku bi xebateke komûnal pirsgirêkan çareser dike. Komûna bajarokê civînek ji xelkê re li dar xist û aloziya avê nîqaş kir. Di encamê de li hev kirin ku bi rêya komîteyên xizmetguzariyê yên komûnê jeneratorekê bikirin û li bîra bajarokê bi cih bikin. Hevserokê Komûna Şehîd Şukrî ya bajarokê Maşûq Fehed Cemîl destnîşan kir ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker navendên xizmetguzariyê kirin hedef, di encamê de gundê wan û 40 gundên herêma Aliyan bê av û elektrîk mane. Cemîl diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka avê, komûnê jeneratorek kirî got, xelkê bajarok di nav hev de heqê wê kom kirin û dan komûnê.

Cemîl destnîşan kir ku gelek gundên herêma Aliyan bi xebateke komûnal vê pirsgirêkê çareser dikin û bang li xelkê kir ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û li hemberî siyasetên dagirkeriyê yên dewleta Tirk piştgiriyê bidin mîna van înîsiyatîfan.

Hevserokê Komîna Şehîd Şukrî ya bajarokê Maşûq Fehed Cemîl bang li Desteya Enerjiyê ya herêma Cizîrê jî kir ku rewşa elektrîkê ya li gundan di ber çavan re derbas bike û wêraniya ku ji ber êrişan çêbûye, sererast bikin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.