Zextên rejîmê dewam dikin

Pêncşem 24 Tebax 2023 - 00:14

Roja Sêşemê ango 22’ê Tebaxê girtiyê ji bajarê Seqizê Soreş naskirî (Xolamreza) Mirowetî li girtîgeha Navendî ya Sinê hate bidarvekirin. Ev girtî di dema aloziyên li girtîgeha Seqizê  karîbû ji girtîgehê bireve, lê piştî çend rojan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû girtin û ew şandibûn girtîgeha Sine. 

Heman rojê hevjîna Ferîdûn Mehmûdî ku yek ji şehîdên serhildana Jin, jiyan, azadî bû, Şermîn Hebîbî, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin. Heta niha jî derbarê sedema girtin û aqûbeta Şermîn Hebîbî de ti agahî nehatin bidestxistin.

Hêjayî gotinê ye, Ferîdûn Mehmûdî yê ji bajarê Seqizê, di xwepêşandanên li vî bajarî jiyana xwe jidest dabû û ji ber astengiya hêzên rejîmê, cenazeyê wî bi şev, bê merasîm hatibû veşartin.

KURDPA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.