Zextên li Şakranê zêde bûn

Şemî 13 Çile 2024 - 01:00

Bi destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, zextên li ser girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê jî zêde bûn. Lêgerînên li qawîşan ku mehê carekê dihatin kirin, piştî greva birçîbûnê zêde bûn û hat zanîn ku di serdegirtinan de tiştên taybet ên girtiyan jî tên desteserkirin. Ji girtiyan Kubra Fîlîz li ser telefonê bi xwişka xwe Elîf Fîlîz re axivî û zextên tên kirin vegot.  

Elîf Fîlîz da zanîn ku xwişka wê gotiye serdegirtinên qawîşan ku heta niha mehê carekê dihatin kirin pir zêde bûne û ev agahî da:“Xwişka min tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger bûbû. Di vê pêvajoyê de zextên li ser wan zêde bûne. Bi zexta psîkolojîk hewl didin wan bêzar bikin. Xwişka min ji bo hevala xwe çenteyek çêkiribû û ew jî desteser kirine.” 

Fîlîz, da zanîn ku ji ber rewşa heyî fikarên wan hene û got:’’Girtî ji xwe ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin. Çima vê zextê dikin? Bêedaletî heye û nahêlin mafên xwe bi kar bînin. Di rewşên wiha de fikarên me zêde dibin. Bila zextên li ser girtiyan bi dawî bikin û daxwazên wan qebûl bikin.” 

ME/ÎZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.