Zexta li girtiyan didome

Duşem 11 Adar 2024 - 00:38

Gulîstan Al ku ji bo azadiya Rêber Ocalan li zindanê di greva birçîbûnê de ye nikare bi malbata xwe re bi telefonê biaxive, her wiha pirtûk, defter û qelemên girtiyan têne desteserkirin.

Girtiya siyasî Gulîstan Al (30) li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin. Al, di 6’ê adarê de li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û got ku gardiyanan bi ser hucreya wê de girtine û dest danîne ser pirtûk, lênûsk û pênûsên wê. Al, li ser telefonê hîn bû ku dayika wê emeliyat bûye û piştî vê hevdîtinê jî mafê hevdîtina ser telefonê nedan wê.  

Emîne Al bertek nîşanî binpêkirinên li dijî keça xwe da. 

Di hicreyê de tê girtin 

Emîne Al, diyar kir ku keça wê 7 sal in di hucreyê de tê ragirtin û ji ber pirsgirêkên aboriyê û tenduristiyê tenê salê carekê diçe serdana keça xwe. Al, wiha domand: “Roja çarşemê roja hevdîtina ser telefonê bû. Ez nexweş bûm û dema di emeliyatê de geriyaye û pirsa min kiriye. Wê jî gotiye ku pirtûk, qelem û defterên wê hatine desteserkirin. Ez dixwazim ev zext êdî bi dawî bibin.” 

Nahêlin ku biaxive

Al, da zanîn ku keça wê ji bo rewşa wê ya tenduristiyê hîn bibe xwestiye mafê telefonê bi kar bîne lê destûr nedanê û wiha got: “Ji hevala xwe re gotiye û hevala wê jî ji malbata xwe re û wan jî ji me re got. Gelo ma mafê keça min nîne ku bi me re biaxive? Em an jî ew nexweş bibe, me hay ji hev nîne. Dema em diaxivin jî telefon qut dibe. Em nikarin mîna mirovan derdên xwe ji hev re vebêjin. Keça min di greva birçîbûnê de ye. Zarokên me di girtîgehê de ne lê em jî mîna wan in. Em nikarin bi dilxweşî bigerin û li mala xwe rûnin. Birêz Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd di girtîgehê de ye. Ji ber tecrîd li ser wî heye, li ser zarok û me jî heye. Zarokên me ji ber tecrîdê ketine greva birçîbûnê û em dixwazin tecrîda rabe.” 

Gulîstan Al kî ye? 

Gulîsstan Al di sala 1992’yan de li gundê Terbîl ê Çermûk a Amedê ji dayik bû. Dibistana seretayî li gund, dibistana navîn jî li navçeya Kepez a Antalyayê xwend ku tevî malbata xwe koçî wir kiribû. Dema li Zanîngeha Înonuyê ya Meletiyê Beşa Bazarkariyê dixwend hate girtin. 4 mehan li Girtîgeha Meletiyê ma û piştre hate berdan. Di sala 2016’an de li Edeneyê dîsa hate girtin. Bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” di sala 2017’an de cezayê muebbeta giran lê hate birîn. Al, niha li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.