• Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya îdareya Soranê, Beyar Mihyedîn da zanîn ku linav  sinorên îdareya Soranê 492 bûyerên şewatê rûdane.

Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya îdareya Soranê, Beyar Mihyedîn da zanîn ku linav  sinorên îdareya Soranê 492 bûyerên şewatê rûdane. Ji vana 237 bûyerên şewatê li deverên sinorî rû dane û gelek ji wan jî di encama bombebaranên dewleta Tirk de derketine.

Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya îdareya Soranê, Beyar Mihyedîn bi civînek çapemeniyê bîlançoya bûyerên par li îdareya Soran rû dane, eşkere kir.

Beyar Mihyedîn da zanîn ku par bi giştî 520 bûyerên cûr bi cûr li nav îdareya Soranê rû dane. Ji vana 492 bûyerên şewatê bûne. Beyar got, ji van bûyerên şewatê 237 bûyerên şewatê li deverên sinorî rû dane di encamê de 660 donim zeviyên rez, bax puş û pawan şewitîne. Beyar Mihyedîn destnîşan kir ku gelek ji wan bûyeran jî di encama bombebaranên dewleta Tirk de derketine.

Wî da zanîn ku di encama van bûyeran de 16 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û 540 milyon û 578 hezar dînar jî ziyana madî çêbûye.

Derbarê şewatên ji ber bombebaranên dewleta Tirk jî Beyar got, “Bombebaranên dewleta Tirk bandoreke mezin li ser şewitîna pûş û pawanên xwezayî çêkiriye. Ji ber metirsiya êrişan, tîmên me nekarîne mudaxeleyê şewatê bikin û ev jî dibe sedem hîn zêdetir bax, puş û pawanên deverê bişewitin.” 

ROJNEWS/HEWLÊR