Zêriya ciwan li mala xwe vegeriya

Pêncşem 12 Tebax 2021 - 05:15

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ
ROJNEWS/ŞENGAL 

 

Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzîdî, jina ku QSD´ê li Dêra Zorê rizgar kir, radestî malbata wê kir. 

Zêrî Meto Şivan a 25 salî, di Fermana 3 Tebaxê de dîl ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê. Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) beriya demekê ew li Dêra Zorê rizgar kirin.

Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzîdî, Zêrî Meto Şivan li navenda bajarê Şengalê radestî malbata wê kir. Dayîka Zêriyê, Misrê Reşo kêfxweşiya xwe anî ziman û got; “Li gundê me yê Qinê, çeteyan bi sedan kes di dema fermanê de revandibûn. Di nava wan kesan de, 2 keçên min jî hebûn. Şikir ji xwedê re, her du jî hatine rizgarkirin û hêvî dikim hemû kesên din jî werin rizgarkirin. Ji ber ku keça min careke din li min vegerandin, ez malavahiya QSD’ê û Mala Êzîdiyan a li Rojava dikim.”

Li ser navê Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî, Ferîda Sado jî got; “Bila her kes bizane, ev dîl bi xwîna şehîdan tên rizgarkirin, bila baweriya gelê me hebe, heya dawî em ê li pey dîlên xwe bin û wan rizgar bikin. Bila ti kes li ser van dîlan, bazirganiyê neke, ji ber ku bê beramber, ev dîl tên rizgarkirin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.