- PDKʼê rojnamevan Ehmed Zaxoyî xistiye nezaretxaneyê û rewşa wî ne baş e. Ehmed Zaxoyî dest bi greva birçîbûnê kiriye.
PDKʼê rojnamevan Ehmed Zaxoyî xistiye nezaretxaneyê û rewşa wî ne baş e. Li gorî agahiyan Ehmed Zaxoyî dest bi greva birçîbûnê kiriye.
19’ê Tebaxê, dema ku rojnamevan Ehmed Zaxoyî xwepêşandana li Zaxo di şopand, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate binçavkirin. Heya niha jî aqûbeta Ehmed Zaxoyî nayê zanîn. Li gorî agahiyan rojnamevan Ehmed Zaxoyî 2 roje dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Hêjayî gotinê ye ku rewşa rojnamevan Faruq Umer ê ku ji aliyê PDK’ê ve hatibû binçavkirin û piştî 4 rojan hatibû berdan jî, nebaşe. Birayê Faruqî da zanîn ku mejiyê birayê wî zirar dîtiye.
Rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl yên bajarê Hewlêrê diyarkirin ku divê hikumet û berpirsên herêmê baş bizanin ku rê girtin li çalakî û xwepêşandanên welatiyan heya serî dewam nake.
Zêdetirî meheke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li herêma Behdînan û Hewlêrê pêngavek girtin û binçavkirinê daye destpêkirin. Heya niha PDK’ê bi dehan rojnamevan, çalakvanên civaka sivîl, mamosta û welatiyên sivîl binçavkiriye.
Rojnamevan Koçer Elî balkêşa ser girtin û binçavkirinan û got; “Mixabin li Dihok û Hewlêrê gelek binpêkirinên mafan li dijî rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl hate kirin. Herwiha rê li ber xwepêşandan û çalakiyên sivîlî digre. Ji bo vê pêwîste Hikumeta Herêma Kurdistanê baş bizane, binçavkirina welatiyan a li ser fikir û raman heya serî naçe.
Çalakvanê civaka sivîl yê bi navê Arî Abdula jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û got; “Hikumeta Herêma Kurdistanê ku nikare pirsgirêkan çareser bike, derî li ber xelkê jî digre û rê nade xwepêşandan jî çêbibin.
NAVENDA NÛÇEYAN