Herçiqasî gelek çavkaniyên ava vexwarinê li Balekayetî hene, lê ji ber bê pîlaniya hikûmetê hatiye paşguh kirin. Beşeke zêde ya gundên Balekayetî bê av in û projeya ava vexwerinê li wan gundan nine. Ji ber vê şêniyên gundê Êne neçar mane ji quntarê çiyê ji bo malên xwe avê bikişînin.
Gundê Êne ser bi bajaroka Çoman a devera Balekayetî ya girêdayî Hewlêrê ye. Tevî ku gelek robar û kanî li deverê hene, lê ti projeyek avê li ser nehatine avakirin. Xelkê deverê gelek caran daxwaz ji hikûmet û aliyên peywendîdar kirine ku projeyên ava vexwarinê ji gundên wan re bên çêkirin, lê bersiva daxwazên wan nehatiye dayîn. Piştî ku xelk ji hikûmetê bê hêvî bûn, li ser hesabê xwe û xêrxwazan ji bo gundê xwe dest bi anîna ava vexwerinê kirin.
Hikûmetê guh neda me
Celal Hisên xelkê gundê Êne ye, dibêje: “Zêdetirî 150 mal li gundê Êne hene. Lê heta niha projeyek ya ava vexwarinê lê nine. Me gelek caran hewil da ku hikûmet ji bo me ava vexwarinê rakêşe, lê nekir. Ji ber wê me li ser hesabê xwe û xêrxwazan dest bi rakêşana ava gundê xwe kir ku nêzî sê kîlometreyan ji gund dûr e.”
Li ser heman mijarê Muxtarê gundê Êne Elî Ehmed jî axivî û got: “Me çend caran daxwaza çêkirina projeya ava vexwarinê ji hikûmetê kir. Lê hikûmetê tenê bi boriyek gelek zirav ji bo me peyda kir. Zêdetirî 150 mal li gundê Êne hene. Ava ku hikûmetê ji bo me aniye têra malekê bi tenê nake. Ji ber wê çendê niha xelkê gund kombûne, da ku li ser hesabê xwe û bi awayek zibare avê bigihînin gundê xwe û pirsgirêka ava vexwarinê çareser bikin.”
Di dewamê de Elî Ehmed eşkere kir ku hikûmetê ti projeyek xizmetguzariyê li gundê wan çênekiriye, ji ber wê ew neçar mane xwe bi xwe van projeyan li gund çêkin.
ROJNEWS/BALEKAYETÎ