• Mixabin arşîveke me ye baş tine ye û ji xwe hafizeya me jî li ser hemanan e. Ji lewre divê em hafizeya xwe nû bikin û ji bo komkujiyên li ser civaka xwe ji bîr nekin, li belgeyên wiha temaşe bikin û baş têbigihîjin ku dijminên me çi bi serê me de anîne û em çawa qir kirine.

ARDÎN DÎREN

Bifikirin, piştî çend salan hûn rojekê vedigerin welatê xwe û li bajarê ku hûn lê çêbûne li ber kevirê mezelekî, li ber kêlekî disekinin. Li ser kêlî navê we nivîsiye... yanî li gorî hesaban hûn di karesateke kambax de hatine kuştin. Ev tişta ez behsa wê dikim ne filmek e, yanî nehatiye sêwirandin. Bûyereke rasteqîn e. Erê, rast e serpêhatiyeke dijwar ya bi vî awayî li ti devera cîhanê naqewime. Lê li Kurdistanê, li bajarê Helebce rastiyeke wiha diqewime. Elî yan jî bi navê din Zimnako yek ji zarokên wenda yên Helebceyê ye. Piştî 22 salan, bi hêviya ku malbata xwe bibîne ji Îranê berê xwe dide Helebceyê. Helebceya ku sala 1988’an bi bombeyên kîmyewî yên Sedam Huseyin hate bomberan kirin.  

Derhêner Ekrem Heydo bi vê serpêhatiyê belgefilma xwe ya bi navê “Helebce: zarokên wenda” dide destpêkirin. Beriya niha min çend caran lê temaşe kiribû, lê bi salvegera komkuijiya Helebceyê re, min careke din berê xwe da vê belgefilmê. Piştî min li belgefilmê temaşe kir, min careke din fêhm kir ku belgeyên wiha çiqas girîng in ji bo arşîva Kurd. Ji ber bîr û hestên me li hev dijidîne, girîng e. 

Elî birîndar difilite

Di 16’ê Adara sala 1988’an de li Helebce 5 hezar Kurd hatin kuştin. Di nav wan de bi sedan zarok hebûn. Bi hezaran kes birîndar man û laşê wan ji ber bombeyên kîmyewî deforme bûn. Gelek malbat wê rojê zarokên xwe winda kirin li kolanan, kî sax ma kî mir, kesî nizanibû.

Gelek zarok sêwî man, lê esas wan weke zorokên wenda ên Helebceyê di dîrokê de cihê xwe girt. Elî jî yek ji wan zarokan e. Di dema qirkirinê de 4 bira û bavê wî tên kuştin. Elî bi aweyekî ji qirqirinê birîndar difilite û li nexweşxaneyake Îranê tê dermankirin. Elî jî ji ber sêwî dimîne dayikeke Îranî wî weke lawê xwe qebûl dike û mezin dike. Lê dayikê ti carî jê veneşartiye ku ew zarokekî wenda yê Helebceyê ye.

Ew bi vê rastiyê mezin bûye. 

Hewldana Mamoste Fexredîn

Di belgefilmê de kesekî bi navê Fexradîn jî heye û mamoste ye. Fexredîn ji mêj e ku li dibistanê mamostetiyê dike. Dema qirqirina Helebce pêk tê, 7 zarokên wî hene. 3 zarokên wî di dema qirqiqirênê tên kuştin û 2 ji wan jî wenda dibin. Mamoste Fexredîn kesekî xwedî bîr û bawerî ye. Ew dixwaze hafizeya Kurdî biparêze. Hay ji dîrok û siberoja xwe heye. Mamosteyekî jêhatî ye û ji wan malbatan re yên ku zarokên xwe wenda kirine, pêşengiyê dike. Hellbet ew dikeve pey zarokên xwe yên wenda, lê li hêleke din komeleyekê jî ava dike da ku zarokên wenda yên Helebceyê bibînin. Her wiha ew kesayeteke afirîner e û bi karê sinhetkariyê re jî mijûl e. Peykerên ji kevir çêdike û bi vî awayî kerba dilê Helebceyê datîne. Mamoste Fexredîn wisa pê ilam e ku Elî kurê wî ye. Qet nebe îhtimalek wisa dibîne.

 

Elî diya xwe hembêz dike

Ekrem Heydo bi aweyekî parelel çîroka Elî û Mamoste Fexredîn tîne ziman. Li hêlekê Elî li kolanên Helebceyê digere û daye pey şopên malbata xwe. Mal bi mal digere. Êdî hema bêje Helebceyî hemû Elî nas dikin. Li hêla din jî Mamoste Fexredîn di nav hewldanê de ye û dixwaze zarokên wenda yên Helebceyê bi awayekî fermî werin eşkerekirin. Ji bo vê yekê dixebite. Ji bo ev yek eşkere bibe li Helebceyê bi aweyekî fermî merasîmeke DNA’yê çêdibe. Komeleya Zarokên Wenda yên Helebceyê vê yekê organîze dike. Piştî vê merasîmê, diyar dibe kîjan zarok ê kîjan malbatê ye. Yanî hesteke xerîb e bi rastî jî, piştî ewqas sal dê hin kes dayik, bav, xwîşk yan jî birayê xwe yên rastî hembêz bikin. Gelek malbatên weke yên mamoste Fexredîn û her wiha zarokên wenda yên weke Elî hene. Hemû li benda encamên testa DNA’yê ne û dixwazin rastiyê hîn bibin.

Axir testên DNA’yê eşkere dibin û Elî li wir hîn dibe ku 4 bira û bavê wî di komkujiyê de hatine kuştin. Elî li wir diya xwe jî nas dike. Piştî 22 salan Elî diya xwe ya biyolojîk hembêz dike. Hesreta 22 salan bi dawî dibe. 

Dîrokê ew kuştî hesibandiye

Min destpêkê jî îşaret pê kir ku ev ne filmeke sêwirandî û ne jî romaneke kafkaesk e. Belgefilmeke rasteqînî ya ji nav jiyana Kurdan e.

Zarokên wenda li ser mezelên xwe li navê xwe dinihêrin. Dîrokê ew kuştî hesibandine. Ew jî li hemberî dîrokê bi israr hebûna xwe diçespînin. Jixwe, Ekrem Heydo li hin cihan dîmenên rast bi kar anîne. Yanî kes rol nake. Em hestên jidil dibînin, serpêhatiyên rasteqîn in yên em dişopînin û li wan temaşe dikin. Malbat li zarokên wenda yên Helebceyê digerin. Zarok dikevin pey şopa malbata xwe. Hestên ecêb in belkî, lê ev rastîya Kurdan e. Hîna jî hin malbat li pey şopên zarokên xwe yên wenda ne. 

Ji bo qirqirinên bi vî rengî neyên jibîrkirin, divê kesayetên weke mamoste Fexredîn hebin, li ber xwe bidin û vê yekê nedin jibîrkirin. Her wiha ji bo em jî hestên zarokên wenda yên Helebceyê hîs bikin, em dikarin berê xwe bidin belgefilma Ekrem Heydo ya bi navê “Helebce: zarokên wenda”.