Ma Muzîkê bi dirûşmeya “Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin” Rojên Ma Muzîkê ya 5’an, di 7’ê Hezîranê de dabûn dest pê kirin. Bernameya dawî ya Rojên Ma Muzîkê li avahiya Zarok Ma yê ya navçeya Peyas a Amedê bi coşeke mezin hat lidarxistin. Bername rastî eleqeyeke mezin hat û bi sedan kes tev li bernameyê bûn. Şagirtên Ma Muzîkê û Zarok Ma’yê performansên xwe yên perwerdehiyê yên heta niha dîtin pêşkêşî beşdaran kirin. Destpêka bernameyê tembûrjen derketin ser dikê û performansa xwe nîşan dan. Dure jî Koma Zarok Ma’yê derket ser dikê, bi stran û amûrên xwe guhdar mest kirin. 

Kordînatorê Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar ê pişt re axivî, xwest ku ew 50 salan wêdetir jî hunera xwe bigihînin zarokên welêt. 

Piştî axaftina Kanîwar, piyanojen derketin ser dikê û tiştên ku di salekê de fêr bûn, nîşanî beşdaran dan. Her wiha çend zarokan jî bi kilamên kevn yên di nava gel de ku bi awayekî “dengbêjî” tên gotin, bernameyê geştir kirin kilamên xwe gotin. Pişt re Koma Xwezayî ya Ma Muzîkê ku ji hemû şagirtên wan pêk tê, derket ser dikê û bi çend stranên gelêrî perwerdehiya xwe ya salane nîşan da. Herî dawî Kanîwar beşdar vexwendin bernameya salvegera Zarok Ma’yê ya 2’yan ku dê 6’ê Tîrmehê de bê lidarxistin. 

Di dawiya bernameyê de şagirt dîplomayên xwe girtin û mezûn bûn.

MA/AMED