Zarokên welat ne bê muzîk in

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 3 Tîrmeh 2021 - 03:47

Dibistana muzîkê Zarok Ma, wê di 6’ê Tîrmehê de vebe. Perwerdekarên Zarok Ma’yê xwestin, malbat ji bo parastina çand, ziman û muzîka Kurdî bên qeydên zarokên xwe çêkin. 

Akademiya Ma Muzîkê ku piştî girtina Konservatuwara Aram Tîgran di 3'yê Adara 2017'an de li Amedê bi dirûşma "Ji bo her kesî muzîk, li her derê muzîk" dest xebatên xwe kiribû. Akademiyê Orkestraya Ahengên Xwezayî ya Ma'yê, Orkestraya Zarokan a Ma'yê, Orkestraya Jinan a Ma'yê û Orkestraya Ma'yê ji bo muzîka ji rêûresmê ya Kurdî mohra xwe li bin xebatên serketî xist, niha jî ji bo perwerdehiya zarokên 0 û 5 salî bi dirûşmeya "Mala we ya duyemîn" Zarok Ma’yê vedike. Perwerdekarên Zarok Ma’yê Şêrko Kanîwar û Evîn Dulek ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîne.

Kordînatorê Ma Muzîkê û perwerdekarê Zarok Ma’yê Şerko Kanîwar dibêje, wan bi alîkariya Înstîtuya Goethe ya Elmanyayê û piştgiriya xelkê ya di ser Fongogoyê karî avahiyeke nû ji bo Zarok Ma´yê ava bikin. Kanîwar dibêje, “Niha ji Akademiya Ma Muzîkê mezûn çêbûn. Em ê weke du perwerdekar dersê bidin. Ev der ne kreş yan jî pêşdibistan e. Ev der dibistana muzîkê ye ku zarok bi malbatên xwe re wê tevlî bibin. Hefteyê rojekê dê werin perwerdehiya muzîkê. Em du perwerdekar em ê karibin di serdemeke perwerdehiyê de ji payîzê heta havînê 800 zarokan bigirin. 800 zarokên ji beriya dayikbûnê heta 5 salî. Dema dayikek du canî dibe û tê meha çaremîn û şunde perwerdehî li Zarok Ma’yê dest pê dike.

Ji bo ku hem em mekan bidin nasîn hem jî ji bo pîrozbahiya Zarok Ma’yê em ê di 10’ê tîrmehê de bi Orkestraya Ma’yê konserekê pêşkeş bikin.”

Ewil ziman û çandê didin nasîn

Perwerdekar a Zarok Ma’yê Evîn Dulek jî dibêje, “Em hewl didin ewil ziman û çand bidin nasîn pişt re jî perwerdehiya muzîkê bidin. Wê zarok di Zarok Ma’yê de ferî muzîk, ziman û çanda xwe bibin."

Dulek bi bîr dixe ku piştî Cejna Qurbanê perwerde dest pê dike û dibêje, “Heke piştî cejnê tiştek dernekeve, em ê dest bi perwerdehiyê bikin. Em bang dikin, miracaetan dest pê kiriye. Bila malbatên ku dixwazin zarokên xwe bi çand û zimanê xwe mezin bibin, werin qeyda xwe çêkin. Em li benda we ne.”

AMED
 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.