Mazlûm Dag û Abdrrahman Er bi hinceta berpirsê MÎT’a Tirk Osman Kose li Hewlêrê kuştine, hatibûn girtin. Binpêkirina mafan a li dijî Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin, didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger a ku Dag û Er li dijî lêgerîna keyfî, tundiya fîzîkî û heqaret, ferzkirina cilên yek tîp a li dijî wan di 18’ê Gulanê de dane destpêkirin, di roja 36’an de didome.
Dayika Mazlûm Dag, Kudret Dag, got, zextên li dijî zarokên wan zêde bûne: “Ji ber ku zext zêdebûne 35 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Em van zextan qebûl nakin. Çalakiya wan a greva birçîbûnê mehek li pey xwe hişt. Herî dawî roja înê me karî 2 deqîqeyan biaxivin û dengê wî jî nebaş bû.”
Bê parêzer dadgehkirin
Dayik Dag, diyar kir ku li girtîgehê zext hene û hewl didin serî li girtiyan bidin tewandin: “Kurê min û hevalê wî, bi awayekî bêparêzer hatin dadgehkirin. Cezayê giran lê hatin birrîn. Heke parêzer hebûya cezayekî wisa li wan nedihat birrîn. Parêzer ji bo wekaletê bide çû girtîgehê. Lê îdareya girtîgehê destûr neda hevdîtinê.”
Kudret Dag xwest mafên sereke yên zarokên wan qebûl bikin û got, “Bila dawiyê li van zextan bînin. Em bang li rayedar û her kesî dikin da ku hestiyar bin. Hûn nikarin bi zextan serî bi zarokên me bidin tewandin. Dest ji van pêkanînên xwe berdin. Em ê her tim li cem zarokên xwe bin.”
Divê gel hestiyar be
Bavê Mazlûm Dag, Zekî Dag jî got, “Heke Kurd vê yekê li Kurdan bike, kesên din dê çi bikin?” nerazîbûn nîşan da û li dijî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û ne bi dor, banga hestiyariyê kir. Wî bang li rêxistin û parazvanên mafên mirovan ên navneteweyî jî kir: “Divê gelê me yê li Ewrûpayê rayagiştî ava bike. Nayê qebûlkirin ku di nava Kurdan de rewşeke wisa hebe û şerm e. Ji bo pirsgirêk bê çareserkirin, em dixwazin mezinên Kurdan ên li her çar perçeyan, nivîskar û gelê me li dijî vê çalakiyê hestiyartir bibin û xwedî lê derkevin.”
MA/AMED