Zarokên Firatê: Kurdî evîn e

Çarşem 15 Gulan 2024 - 00:46

CUDÎ IBRAHÎM / ANF / KOBANÊ

Xwendekarên Kantona Firatê yên ku bi zimanê dayikê perwerde dibin, diyar kirin ew kêfxweş in ku bi zimanê xwe perwerde dibin û gotin,’’Kurdî evîn e. Em li zimanê xwe xwedî derkevin.’’

Mirov bi zimanê xwe û dar jî li ser koka xwe şîn dibe. Zimanê ku navê qirkirinê lê dihat kirin, vaye bi hezaran zarok û nifşên nû li ser wî zimanî tên perwerdekirin û ji bo pêşxistina zimanên xwe bi hezaran xemxurê vî zimanî zimanên xwe diparêzin.

Bi rasthatina 15`ê Gulanê Roja zimanê Kurdî şagirtên dibistanên kantona Firatê ji ANF`ê re axivîn. Zarokan, diyar kirin ku ew bextewar in ku bi zimanê xwe dixwînin û dinivîsînin.

Xwendekara bi navê Pêla Xêrzada, anî ziman ku ew diçe pola 4’an û got ku ji ber ew bi zimanê xwe ya dayikê dixwîne û dijî gelek kêfxweş e. Xêrzada, da xuyakirin ku ji bo pêşxistina asta zimanê xwe ew hewl dide û got, “Jiyan bi zimanê Kurdî xweş e.”

Xwendekara bi navê Hêvîdar Hec Xelîl ku xwendekara pola 6`emîn li dibistana Şehîd Azad dixwîne, 15’ê Gulanê li her Kurdekî pîroz kir û wiha got, "Ew zilm û zora li ser zimanê me bi şoreşa Rojava re têk çû. Vaye em bi zimanê xwe li dibistana xwe dixwînin. Em vê rojê li her Kurdekî pîroz dikin û em ê jî bihêlin ku zimanê me bibe asteke cîhanî."

Xwendekara bi navê Lavîn Ismayîl jî ku di refa 6`emîn de dixwîne got, "15`ê Gulan cejna zimanê Kurdî ye, em bi zimanê Kurdî diaxivin û em li her derê jî bi zimanê Kurdî dilîzin, hez dikin û tên dibistanê. Em jî her dixwazin zimanê me pêş bikeve. Em ê zimanê xwe yê Kurdî bighînin asta bilind û em ê bi wê yekê jî welatê xwe jî biparêzin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.