Zarokên azad ji bo Ocalan konser dan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 2 Cotmeh 2024 - 00:18

TEV-ÇAND’ê, Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de konserek li dar xist.

Konser bi diruşma ‘Azadî ji zarokatiyê ve dest pê dike’ li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê hat lidarxistin. Ji dibistanên Şehîd Ednan, Şehîd Kerîm, Ehmed Merêwid û Salih Ebdê yên li Qamişloyê bi sedan zarok tev li konserê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, ji rêveberên TEV-ÇAND’ê Mizgîn Mehmûd axivî.

Mizgîn Mehmûd piştî ku bixêrhatina mêvanan kir, destnîşan kir ku ew vê konserê diyarî Rêber Abdullah Ocalan dikin.

Mizgîn Mehmûd di axaftina xwe de qala birêveçûna pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” kir û got: “Me jî wek beşa çand û hunerê xwest em di pêngavê de cihê xwe bigirin û vê çalakiya xwe diyarî Rêber Apo bikin.” Mizgîn Mehmûd di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku dê tu carî vê rojê ji bîr nekin û got: “Em vê konserê li Rêber Apo pîroz dikin.”

Piştî axaftinê Koma Şanoya Zarokan a Şehîd Osman bi şanoya “Xwendin”, koma muzîkê ya Kulîlkên Rojava, Koma Nergizên Zagrosê ya govendê û Koma Kulîlkên Girbawiyê derketin ser dike û hunerên xwe pêşkêş kirin.

Piştî ku endamên komên hunerî hatin xelatkirin, ji navendên Girbawiyê û Qudur Beg ên çand û hunerê re plaket hatin dayîn.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.