- Înîsîyatîfa Zarokên Agir da zanîn ku wan li Antalya, Bûrsa, Denîzlî û Kastamonûyê gelek fabrîqe û wesayît şewitandine.
Înîsîyatîfa Zarokên Agir da zanîn ku wan li Antalya, Bûrsa, Denîzlî û Kastamonûyê gelek fabrîqe û wesayît şewitandine.
Li gorî daxuyaniya Înîsîyatîfa Zarokên Agir wan di 17’ê Tebaxê de li Merkez Efendiya Denîzliyê çar cih şewitandine.
18’ê Tebaxê jî li Înegola Bûrsayê kafeyek û li Denîzliyê jî otomobîla kesekî faşîst şewitandine.
19’ê Tebaxê, li Antalyayê li herêma sanayiya organîze fabrîqeyeke pergala hewaya cemidî û li Kastamonûyê jî fabrîkeyeke qalikê daran şewitandine.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Nûman Amed / Şehîd Delal Amed ragihand ku li Amed, Êlih, Edene û Mersînê çalakî kirine.
Li gorî daxuyaniyê, 15'ê Tebaxê li ser rêya Êlih-Bedlîsê li dijî wesayiteke leşkerî çalakiya sabotajê hate kirin, di encamê de 5 leşker birîndar bûn, xisareke mezin li wesayitê bû. Li Êlihê jî 11'ê Tebaxê li dijî wesayita Turkpetrolê çalakiya sabotajê hate kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN