Înîsiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku wê 3 febrîke û 2 wesayitên AKP’iyan û MHP'iyan şewitandine. 

Di daxuyaniya însiyatîfê de hate gotin, "Çeteyên AKP-MHP'ê ku bi gotina 'welat-milet' qirêjiya xwe bi dijminatiya li dijî Kurdan dinixumînin, wê li her derê li xezeba Kurdan rast bên. Kiryarên we wê ji we re nemînin." Li gorî daxuyaniyê ev çalakiyên li jêr hatine kirin:
6'ê Hezîranê li Denîzliyê febrîkeya tekstîlê ya Sevînç a AKP'iyan,
5'ê Hezîranê li Qada Pîşesaziyê ya Dîlokê febrîkeyeke plastîk a AKP'iyan,
5'ê Hezîranê li navçeya Başîskele ya Kocaeliyê febrîkeyeke veguherandinê ya dijminên Kurdan,
4'ê Hezîranê jî li Kahramankazan a Enqereyê 2 wesayitên AKP'iyan hatin şewitandin.

NAVENDA NÛÇEYAN