Li Şamê herî kêm 11 kes şewitîn

Sêşem 1 Adar 2022 - 22:33

  • Li Şamê agir bi navendeke bazirgeniyê ket û di encamê de 11 kes mirin.

Li Şamê agir bi navendeke bazirgeniyê ket û di encamê de 11 kes mirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a dewletê SANA`yê agir bi avahiya Mol Lamîrada ya li kolana Hemra ya Şamê ketiye û di encamê de 11 kes mirine.

Serokê beşa destwerdana lezgîn a Nexweşxaneya Muctehîd a li Şamê Dr. Mihemed Ebû Rîş got, “Heta niha 7 cenazeyên kesên bi temamî şewitîne, gihiştin nexweşxaneyê. Test wê ji bo wan bên kirin da ku bên naskirin.” Diyar e piştçî daxuyaniyê 4 cenazeyên din jî hatine tesbîtkirin.

Sedema şewatê heta nûçeya me dihat amadekirin, zelal nebûbû. 

ŞAM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.