Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand, ji bo piştevaniiya li girtiyên zindanan li Stenbol, Kocaelî û Sakaryayê du fabrîke û 5 wesayît şewitandin. 
Înîsiyatîva Jinên Tîrêjên Rojê daxuyaniyeke nivîskî da û gi du fabrîka, wesayiteke serwîsê û 2 wesayitên lûks dane ber êgir.

Li gorî daxuyaniyê 9'ê Hezîranê li Dîlova Kocaeliyê fabrîkeya ku bantan hildiberîna ya 'faşîstên AKP-MHP'yiyan' hatiye şewitandin, eynî rojê li navçeya Arîfiyê ya Sakaryayê jî fabrîkayeka mobîlya 'ya faşîstan' hatiye şewitandin.

Înîsiyatîfê ragihand ku yekîneyên wan 8'ê Hezîranê wesayîteke serwîsê û du wesayîtên luks ên 'faşîstên AKP'yî' dane ber êgir.

Herî dawî hate ragihandin ku 8'ê Hezîranê li Silivriya Stenbolê wan çalakî biriye ser '2 şoferên tecawuzkar' ên şirketa tûrîzmê ya Metroyê, 2 otobosên mezin hatine şewitandin, ji şofêran yek jê bi giranî birîndar bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN