Keştiyên AKP'yiyan şewitandin

Duşem 2 Mijdar 2020 - 16:06

Çalakiyên Însiyatîfa Zarokên Agir ên li dijî faşîzma dewleta Tirk dewam dikin.
Însiyatîfê li Tûrgûtlû ya Manîsayê 30’ê Cotmehê wesayîta AKP’yiyekê şewitand, 31’ê Cotmehê jî li Alaçati ya Izmîrê keştiya Tefîk Toptal ê AKP’î ji aliyê welatparêzên Kurd ve hate şewitandin.
Çalakiyên Însiyatîfa Zarokên Agir ên 1’ê Mijarê jî wiha ne:
“Keştiya Remzî Dagliç ê AKP’î li Izmîrê hat şewitandin.
Avahiya înşiatê ya Fakulteya Tipê ya Çapa hate şewitandin. Agirê li avahiyê li bajêr hemûyî hate dîtin. Ziyaneke mezin a madî çêbû.
Li Sûltangaziya Stenbolê fabrîkeya vegerandinê ya Tirkên faşîst hate şewitandin.
Li Esenyûrt a Stenbolê fabrîkeya mobîlyeyan hate şewitandin.
Li Bîlecîkê kamyona Tirkan ji aliyê Kurdan ve hate şewitandin.
Mînîbûs û teksiyek a Tirkan hate şewitandin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.