Zarokên Agir 2 febrîka şewitandin
Sêşem 12 Cotmeh 2021 - 01:52
Înîsiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku wê li sê bajaran 2 fabrîke û wesayitek şewitandine.
Însiyatîfê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 10’ê Cotmehê li navçeya Kandira ya ser bi Kocaeliyê wê fabrîkeyeke berhemên îndustriyê yê bilind a ‘kesekî MHP’î’ şewitandiye.
Li gorî daxuyaniyê 10’ê Cotmehê wê her wiha li navçeya Gazîpaşa ya Antalyayê fabrîkeyeke veguherînê ya ‘kesekî AKP’î’ şewitandiye û 9’ê Cotmehê jî li navçeya Sîncan a Enqereyê wesayîta ‘şexsekî dijminê Kurdan’ jî wê şewitandiye.
NAVENDA NÛÇEYAN