4 fabrîke şewitandin

Duşem 1 Adar 2021 - 00:58

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê diyar kir ku 4 kargeh û 23 erebe şewitandine û agahî dan: 23'yê Sibatê li Edîrne Keşanê avahiyeke faşîstan û 3 wesayitên wan ên luks, 24'ê mehê jî li Tekîrdag Malkarayê 2 malên fihûşê ên AKP'yî û tecawizkaran, depoyeke tekstîlê hatine şewitandin.

Li ser çalakiya li Stenbolê jî hate gotin 25'ê Sibatê fabrîkayeke tekstîlê û 4 wesayitên luks ên faşîstên AKP-MHP'yî hatine şewitandin, û Gebze ya li Kocaelî jî fabrîkayeke malzemeyên paqijiyê û 4 wesayit hatine şewitandin, bi milyonan lîre ziyan dane xwediyê wan. Insîyatîvê da zanîn ku 26'ê Sibatê li Hendek a Sakaryayê nalbûrê yên faşîstên AKP'yî, li Stenbol Ataşehîrê 6 wesayitên luks ên faşîst, li Stenbol Kadikoyê jî wesayiteke serwîsê yên hevkarên AKP'ê û 5 wesayitên wan ên luks hatine şewitandin.

Însiyatîfa Zarokên Agir jî li Stenbolê fabrîkeyek û 2 wesayît şewitandine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.