3 fabrîqe şewitandin
Duşem 8 Sibat 2021 - 01:44
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê diyar kir ku di navbera 3-6’ê Sibatê de 3 fabrîqe û 16 wesayît şewitandine.
Însiyatifê diyar kir ku bi armanca dawîanîna li tecrîdkirina Rêber Abdulah Ocalan û dawîanîna pêkanînên dijmirovahî yên li zindanan, li gelek bajaran çalakî kirine.
Însiyatifê anî ziman ku wî li ber rejîma faşîst serî natewînin û got: “3’ê Sibatê li Tekîrdagê fabrîqeyek boyaxê ya 'faşîstên AKP-MHP'î, li Şîle ya Stenbolê fabrîqeyek kîmyayê û 3 wesayîtên fabrîqeyê hatin şewitandin.
Her wiha 4’ê Sibatê li Tengava Kocaeliyê fabrîqeyek hilberandina silîkonê, li Yildirim a Bûrsayê jî otobûsek û 3 wesayîtên fîrmaya Alturê hatin şewitandin.
5’ê Sibatê li Arnavutkoy a Stenbolê malek AKP’yiyan û li Sapancaya Sakaryayê jî 3 wesayît hate şewitandin. 6’ê Sibatê jî li Bostanci ya Stenbolê 6 wesayît hatin şewitandin.
NAVENDA NÛÇEYAN