Zarokan ji ambargoyê rizgar bikin

Şemî 7 Çile 2023 - 01:08

Rejîma Şamê ambargoyeke giran li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê ferz dike û nahêle sotemenî, pêdiviyên sereke û derman bikevin wan herêman. Bi vî rengî êş û azarên xelkê li vir zêde dibin.

Vê dawiyê li taxa Şêxmeqsûd a dorlêgirtî 2 zarokan ji ber sermayê mirin. Wîsam Fewzî Seydo yê 4 salî û pitikê bi navê Hisên Ebdullah Kîbar ê 17 rojî ji sermayê mirin.

Li hember ambargoyê, gelek sazî û aliyên têkildarî mafên zarokan, nerazîbûn nîşan da.

Endama rêveberiya Komîteya Şilêr a Parastina Zarokan, Cûlya Xelo dorgirtina li her du taxan û kantona Şehbayê weke sûcekî mezin pênase kir û got; “Ji ber dorgirtinê zarok û her kes ji pêdiviyên sereke yên jiyanê yên mîna derman, xwarin û sotemeniya ji bo germkirinê mehrûm man. Di encamê de Wîsam Seydo canê xwe ji dest da. Ji ber van siyasetan zarok dibin qurbanî.”

Cûlya Xelo di dawiya axaftina xwe de got; “Ev ne cara yekê ye ku li zarok û niştecihên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û kantona Şehbayê dorpêçeke wiha tê ferzkirin. Mixabin, hêzên navneteweyî û herêmî bê deng in. Ji ber wê, divê xwedî helwêstên cidî bin û bi wijdan bin da ku vê dorpêçê bi dawî bikin, zarok û xelkê dorpêçkirî xilas bikin.”

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.