Dibistana muzîkê Zarok Ma bi şahiyekê hat vekirin. Zarok Ma ji bo perwerdekirina bi muzîkê ya zarokên yek salî ta 5 salî hatiye vekirin. Ew ê bi dirûşmeya "Mala we ya duyemîn" xebatên xwe bidomîne. Zarok Ma bi şahiyekê hat vekirin. Nûnerên gelek sazî û dezgehên sivîl ên civakî, malbatên zarokên qeydkirî û piştevanên Zarok Ma’yê beşdarî şahiyê bûn. 

Ji perwerdekarên Zarok Ma’yê Şêrko Kanîwar û Evîn Dulek, bi Kurmancî û Kirmanckî bixêrhatina haziran kirin. Piştre Şerko Kanîwar got, Zarok Ma xeyala zarokên vî welatî bûye: “Zarok Ma xema xemxurên zimanê Kurdî û zarokên vî welatî bû. Bi piştevanî û piştgiriya we Zarok Ma li zarokên vî welatî pîroz be. Em amade ne ku xizmeta zarokên vî welatî bikin.”

Piştre bi plaketan malavahiya çend kesên ku alîkariya Zarok Ma’yê kiribûn, hat kirin. Dema pêşkêşkirina plaketan, Odeya Bazirganî û Senayiyê ya Amedê tabloyeke wêneyê navçeya Sûrê ya dîrokî diyarî Zarok Ma'yê kir. Paşê orkestraya Ma Muzîkê stran pêşkêş kirin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.  

Ji bo pîrozbahiya Zarok Ma’yê 10’ê Tîrmehê jî Orkestraya Ma’yê konserekê dide.

MA/AMED