- Bi boneya 1’ê Hezîranê Roja Zarokan a Cîhanî li Helebce zarokên seqet, sêwî û zarokên bi nexweşiyên kronîk ketî, hatin xelatkirin.
Doh Roja Cîhanî ya Zarokan bû. Bi vê boneyê li Helebce zarokên seqet, sêwî û zarokên bi nexweşiyên kronîk ketî, hatin xelatkirin. Serokê Rêxistina Berbi Jiyanek Nû ve, Serko Rehîm got, “Îsal li tevahiya Herêma Kurdistanê û Iraqê 2 hezar zarok hatine tomarkirin û wê ji bo standina kursiyê astengdaran werin Helebce.” Serko Rehîm ji hikûmetê xwest alîkariya zarokên seqet bike.
ROJNEWS/HELEBCE