Zarathustra distrê di berbangê de

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 15 Mijdar 2021 - 22:54

  • Îndo-germanîst, îndo-îranolog, avestolog û Kurdolog Beyhanî Şahîn piştî sî û yek salan beşek ji vekolînên xwe yên li ser Avestayê ji bo çapê amade kir.

Îndo-germanîst, îndo-îranolog, avestolog û Kurdolog Beyhanî Şahîn piştî sî û yek salan beşek ji vekolînên xwe yên li ser Avestayê ji bo çapê amade kir. Weşanxaneya NA'yê jî cîlda yekê bi navê “Avesta 1: Gatha’yên Zarathustra” çap kir. Ev beşa bi sernavê AVESTA ji dozdeh (12) cildan pêk tê.

Beyhanî Şahîn, cilda yekê diyarî Evdalê Zeynikê kiriye. Ew dixwaze her cildê diyarî dengbêjekê/î bike. Şahîn dibêje; "Jixwe, Zarathushtra bi xwe manthrayê (dengbêjê) destpêkê bûye".

Şahîn bi pêşgotinekê dest pê kiriye û agahiyên girîng ên dîrokî derbarê Gathayan de daye. Di destpêka pêşgotinê de ew dibêje; “Gathayên Zarathushtra piçekî dişibin deriyê ku bi sed û yek kilîtên sihirkirî hatiye xwendin.” Pê re jî hûrgiliyên girîng derbarê Ahuramazda de parve kirine.

Weşanxaneya NA’yê jî dibêje, ew ê di bin beşa “avestolojiyê” de di demên pêş de dest bi weşandina van vekolînên dîrokî yên dozdeh (12) cildan bikin. Li gorî weşanxaneyê bi van berheman li Kurdistanê bingehê “avestolojiyê” li ser esasekî zimannasiyê bi awayekî akademîk wê bê danîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.