• Zanyar û lêkolerên li zanîngeha Georgia Institute of Technology berê xwe dan leza bihicbûna tiliyan gava ku mirov tiliyên xwe diçirpîne yan jî çipîskan dide.

Zanyar û lêkolerên li zanîngeha Georgia Institute of Technology berê xwe dan leza bihicbûna tiliyan gava ku mirov tiliyên xwe diçirpîne yan jî çipîskan dide. Wan her wiha li fizîka li pey vê meseleyê jî kola. Wan kifş kir ku çipîst tevgera herî bi lez bihic dibe ya bedena mirov e. Yanî di ti tevgera din a mirov de hereketeke ji wê yêdetir her leza xwe zêde bike , nîne. 

Li gorî encama lêkolînê bi lezbûna çerxa çipîskan 1.6 milyon pile serê saniyeyekê ye. Yanî ji milê lîstikvanekî baseballê yê profesyonel 3 caran bêhtir e ev zêdebûna lezê. Ji lêkoleran Saad Bhamla gava ku li daneyên pîvanê nihêriye, hindik maye ji kursiya xwe bikeve: "Çipîskeke bi tiliyan, bêhtirî 20 caran  ji miçkirina çavan bi leztir e." 

Miçkirina çavan di 150 milî saniyeyan de diqewime, çipîskek di 7 milîsaniyeyan de. 

Fizîka ku çipîskê mumkin dike jî li gorî wan "xwedihevdan" e. Yanî esas xwedihevdana du tiliyan vê zêdebûna lezê ya paşê mumkin dike. Yanî di dema xwedihevdanê de enerjiya potansiyel a elastîk berhev dibe û xwe bi carekê berdide. Lê axir gelo bi rastî ji bo jihevderxistina vê gelek kamera û tîmekî lêkoler û zanyaran lazim bû yan na, ev pirseke meseleyeke din e.  Lê diyar e piştî ku li filma Avengers nihêrîne, nekarîne xwe bigirin û ev lêkolîn kirine.

ATLANTA