Zanîngeha Rojava bi ser ket

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 1 Mijdar 2021 - 23:34

  • Zanîngeha Rojava ji bo derçûna 581 xwendekarên salên 2018, 2019, 2020 û 2021’ê şahiyek li stada Kilasîko ya li bajarê Qamişlo li dar xist.

Zanîngeha Rojava ji bo derçûna 581 xwendekarên salên 2018, 2019, 2020 û 2021’ê şahiyek li stada Kilasîko ya li bajarê Qamişlo li dar xist. Bi sedan xwendekar û malbatên wan, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên civaka sivîl û hêzên leşkerî beşdarî şahiyê bûn.

Hevserokê Zanîngeha Rojava, Ebdulîlah El-Mistefa ev roj wek rojeke dîrokî bi nav kir û got, “Pêwîstiya civakê weke pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan bi guhertina hişmendiya desthildar heye û tecrûbeyên cîhanî yên ji bo guhertinê gelek hene.”

Ebdulîlah El-Mistefa bi bîr xist ku ji guhertinê re demeke dirêj divê û got, “Xwendekarên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dergehên wan guhertinan e, ked û xwîna şehîdên me nîşana guhertinê ne. Divê em li hemberî vê yekê kar û xebatên xwe hîn xurtir bikin, em xwedî li mafê xwe derkevin û fêrî azadiyê bibin.”

Bi keda şehîdan em bi ser ketin

Piştre Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cûzêf Lehdo jî got, “Dijminên me gotin zanîngehên Rêveberiya Xweser bi ser nakevin, lê bi saya kadroyên zanîngehê û keda şehîdan, me karî bi ser bixin.”

Cûzêf Lehdo da xuyakirin ku kadroyên Zanîngeha Rojava bi israr di rewşên dorpêçkirinê, şerê taybet, gef û êrişan li dijî herêman de karê xwe dewam kirin û ji xwendekaran re got, “Karê we, şerê li hemberî fikirê terorê û nijîadperesetiyê ye.”

Li Kurdistanê pîroz be

Paşê Berdevka Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava, Selwa Ebûd got: “Tevî êrişên li ser herêmê xwendekarên ji deverên mîna Efrînê, berê xwe dan bajarê Qamişlo da ku xwendina xwe temam bikin. Xwendekarên me li beramberî pîlanên dijminan li ber xwe dan. Em vê rojê li malbatên şehîdan û Kurdistanê pîroz dikin.”

Piştre, 581 xwendekar di heman demê de 24 xwendekarên Akademiya Mezopotamyayê derçûn. Xwendekar ji van fakulte û peymangehan derçûn; Fakulteya wêje û zanistên civakî (beşa Jineolojî, wêjeya Kurdî, huner werger), fakulteya endezyariya çandiniyê, fakulteya petrol û petrokîmya, Fakulteya zanistên perwerdehiyê (beşa bîrkarî, fîzîk, kîmya, zindînasî, dîrok, erdnîgarî, mamosteya refê), peymangeha darayî û peymangeha avakirinê.

Nûner û mamosteyan bawernameyên xwendekaran dan wan. Di şahiyê de xwendekaran li ber stranên hunermend Osman Faris govend gerandin. Di dawiyê de xwendekar çûn serdana gortistana Şehîd Delîl Sarûxan.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.