Filma derhênerê Kurd Erselan Emirî yê bi navê “Zalava” li Emerîkayê di “Fantastic Fest” ya 18’an de ku filmên mijara wan “tirs” in, tên nîşandan, xelata “Filma herî baş” wergirt.
Festîvala “Fantastic Fest” her sal li Texas tê lidar xistin û di vê festîvalê de bêhtir filmên ku mijara wan fantastîk, tirs û şer e tên nîşandan.
Festîvalê îsal xelata filmê herî baş da filmê “Zalava” yê ku derhêneriya wî Erselan Emirî kiriye.
Filmê “Zalava” heya niha tevlî sê festîvalan bûye û li van festîvalan sê xelat wergirtiye.
Filma “Zalava” promiyera xwe li Festîvala Venedîk ya Filman kiribû û li wir jî xelata FIPRESCI wergirtibû.
NAVENDA NÛÇEYAN