YPS’ê li Îzmîrê çalakî kirin

Çarşem 2 Kanûn 2020 - 15:56

YPS’ê li Izmîrê du cihên girêdayî AKP’iyan şewitandin.

Tîma Milîsên YPS’ê ya Şehîd Soro Amed a li Îzmîrê di çarçoveya ‘Dem dema azadiyê ye’ çalakî kirin.

Li ser çalakiyê ev agahî hatin dayîn: “28’ê Mijdarê li navçeya Gazîemîr a Izmîrê li dijî galeriya oto ya endamê meclîsa AKP’ê çalakiya sabotajê hate kirin. Di çalakiyê de galerî bi temamî şewitî û bû xwelî.

1’ê Mijdarê li navçeya Çigli ya Izmîrê li dijî kargeha kîmya a plastîk a Pîşesaziya Organîze ya Atatûrkê çalakiyeke sabotajê hatiye kirin. Di çalakiyê de kargeh bi temamî şewitiye û bêker bûye.”

IZMİR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.