Li bajaran jî dagirker ne rehet in

Duşem 5 Tîrmeh 2021 - 02:20

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Botan Amed a YPS’ê ragihand ku li navçeya Amedê Baxlerê, bi bombeyan li dijî wesayitên zirxî çalakî kirine. 

YPS'ê got, "Êvara 26'ê Hezîranê li navçeya Naxlera Amedê, Tîma Bersivdanê ya Şehîd Botan Amed li kolanekê rê girt û demekê kolan kontrol kir. Polêsan bi wesayitên zirxî xwestin dest li deverê werdin. Hêzên me bi bombeyên bi xwe çêkirî, li polêsan da. Endamên me yên ku çalakî kirin, bi rengekî serketî li qada xwe vegeriyan."  

Di heman daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Tîma Bersivdanê ya Şehîd Botan Amed, em ê bi çalakiyên xwe bersivê bidin êrişên topyekûn ên dijminê faşîst. Bersiva herî rast a li dijî dewleta Tirk a faşîst, xurtkirina birêxistinkirina xweparastinê ye. Em mezinkirina xweparastinê ji bo xwe weke wezîfeya herî girîng dibînin û soz didin ku her kêliyê li her cihî em ê vê yekê bikin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.