YPS’ê bi wan de bombe teqandiye 

Şemî 24 Îlon 2022 - 01:45

Derket holê ku Tîma Bersivdanê ya YPS'ê li dijî cerdevanên ku li Bestayê dar dibirrîn, çalakiya bombeyî kir.

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Şervan Erkendî ya YPS'ê li hemberî traktora cerdevanên li li Bestayê daran dibirrin, çalakiya bombeyî kir. Wê got, "Tîma me ya Bersivdanê ya Şehîd Şervan Erkendî li ser bingehê pêngava serketinê ya sala 50'î, li herêma Bestayê li nêzî gundê Kaniya Mîr-Gundê Navyanê, di dema derbasbûna traktorekê de ku daristan talan kiribû, bi sabotajê çalakî kir. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin, kontrayên cerdevan Ozgur Babat, Mervan Bîlen, Dîndar Benek, Hasan Babat birîndar bûn."

Di dawiya daxuyaniyê de kesên hevkariyê bi dagirkeran re dikin û xwezaya Kurdistanê talan dikin jî hatin hişyarkirin. Her wiha kesên ku daristanên talankirî weke êzing bar dikin jî hatin hişyar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.