YPS'ê li Agirî wesayîta dijmin teqand

În 26 Tebax 2022 - 21:45

  • Tîma Bersivdanê ya Şehîd Serxwebûna YPS'ê ragihand ku li Agiriyê wesayîteke zirxî xistine kemînê û teqandine.

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Serxwebûna YPS'ê ragihand ku li Agiriyê wesayîteke zirxî xistine kemînê û teqandine.

Di daxuyaniya Tîma Bersivdanê ya Şehîd Serxwebûna YPS'ê de hate gotin, "Tîma me ya bersivdanê 21'ê Tebaxê li nêzî Şehîdgehê li Agiriyê, agir dada û dijmin xist xefikê. Piştî demekê, wesayiteke zirxî ya rejîma faşîst a dewleta Tirk ku li dewriyeyê digeriya, ji bo kontrolkirinê hat ber êgir. Tîma me ya bersivdanê jî teqemeniya ku berê li deverê bi cih kir, bi wesayitê de teqand."

Ji bo Evîndar û Eylem

YPS´ê got, çalakî ji bo bibîranîna Heval Evîndar û Heval Eylem hatiye lidarxistin ku li Tendurekê şehîd bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.