Piştî 5 salan cenaze dan malbatê

Pêncşem 11 Mijdar 2021 - 23:08

  • Cenazeyê Nevîn Dînç a ku sala 2016'an li Geverê di şer de şehîd bû, piştî 5 salan dan malbata wê. Malbata gerîlaya şehîd Hêvî Firat jî doh piştî 191 rojan karî cenazeyê keça xwe wergire.

Cenazeyê Nevîn Dînç a ku sala 2016'an li Geverê di şer de şehîd bû, piştî 5 salan dan malbata wê. Malbata gerîlaya şehîd Hêvî Firat jî doh piştî 191 rojan karî cenazeyê keça xwe wergire.

Cenazeyên endamên YPS û YPS Jinê, yên ku sala 2016'an di berxwedana xwerêveberiyê de li navçeya Geverê ya Colemêrgê şehîd bûn, bêyî ku agahiyê bidin malbatên wan, wê demê li goristana bêkesan a li Erziromê hatin veşartin. Yek ji cenazeyan yê Bêrîtan Amed (Nevîn Dînç) bû. Malbata Dînç ji bo wergirtina cenazeyê keça xwe gelek caran miracaet kir, lê nekarî encamê bi dest bixe.

Piştre ji bo testa DNA'yê xwîn bi rêya parêzeran da. Di encama nirxandinê de DNA li hev derketin û cenazeyê Dînç piştî 5 salan dan malbata wê.

Cenazeyê Dînç ji goristana bêkesan a li Erzîromê hate derxistin û ji bo bê veşartin birin Amedê. 

191 rojan tehde û êşkence

Dewleta Tirk a dagirker, cenazeyê endama HPG'ê Hêvî Firat (Esra Atici) piştî 191 rojan da malbata wê.

Li herêmê Besta ya Şirnexê di navbera 5 û 8'ê Nîsanê de şer qewimîbû û di encamê de endama HPG'ê Hêvî Firat jî  jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Atici, 12'ê Tebaxê çûbû Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û testa DNA'yê dabû. Piştî bi mehan encama DNA'yê nû derket. Li ser vê, malbata Atici doh ji Enqereyê çû Şirnexê. Piştî îfade da dozgeriyê, cenazeyê li goristana Bêkesan definkir`i wergirt. 

Malbatê cenaye bir û dema nûçeya me dihat amadekirin, malbatê wê cenaze li Goristana Yenîkoyê ya Baglara Amedê veşartana. 

COLEMÊRG/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.