YPS’ê li du kontrayan da
Duşem 6 Kanûn 2021 - 23:39
- YPS’ê diyar kir ku di 4’ê Kanûnê de wan Tahîr Guven ê ku karê ajantî û kontratiyê dikir ceza kiriye û di 17’ê Mijdarê de jî li sercerdevan Emîn Nergîs dane lê çalakî negihiştiye encamê.
YPS’ê diyar kir ku di 4’ê Kanûnê de wan Tahîr Guven ê ku karê ajantî û kontratiyê dikir ceza kiriye û di 17’ê Mijdarê de jî li sercerdevan Emîn Nergîs dane lê çalakî negihiştiye encamê.
Koordînasyona Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) diyar kir ku di 4’ê Kanûnê de Tîma Tolhildanê ya Şehîd Demhat Spêrtî, Tahîr Guven ê ku ji berê ve li hemberî tevgera azadiyê û gelê Kurd bi dewletê re dixebitî û bi karên ajantî û kontratiyê êrişî destketiyên gelê Kurd dikir, ceza kiriye.
Koordînasyonê diyar kir ku di 17’ê Mijdarê de jî Tîma Tolhildanê ya Şehîd Adil Gite derb li kontrayê bi navê Emîn Nergîs daye lê ji ber şaşiyeke teknîkî çalakî negihiştiye encamê.
Daxuyaniya YPS’ê li ser çalakiyan wiha ye: ‘’Di 4’ê Kanûnê de Tahîr Guven ê ku ji berê ve li hemberî tevgera azadiyê û gelê Kurd bi dewletê re dixebitî û bi karên ajantî û kontratiyê êrişî destketiyên gelê Kurd dikir ji aliyê Tîma Tolhildaxnê ya Şehîd Demhat Spêrtî ve hatiye cezakirin. Vî kesî li hemberî gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê her cure hevkarî bi dewletê re kiriye û bi ajantî û kontratiyê êrişî destketiyên gelê Kurd kiriye. Li ser platformên dîjîtal jî êrişî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û nirxên wê kiriye. Tevî Erdogan ê ku pêşengê faşîzmê ye û peywirdarên artêşê yên ku gelê Kurd qir kirine jî gelek parvekirin kirine.
Di 17’ê Mijdarê de jî Tîma Tolhildanê ya Şehîd Adil Gite, li kontrayê bi navê Emîn Nergîs daye lê ji ber şaşiyeke teknîkî çalakî negihiştiye encamê. Ev kesê ku sercerdevan e, bi salan e li hemberî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan û gelê Kurd her cure êrişên derexlaqî kirine, di şehadeta gelek hevalên me de tiliya wî heye û di gelek cînayetên kujerên wan ne diyar de cih girtiye.
Ev kesên ku dostên faşîzmê û dijminên Kurdên Azad in hatine cezakirin û wê ji niha û şûn ve jî werin cezakirin.
Em kesên wisa dişopînin û wê teqez werin cezakirin. Ev her du çalakî bi taktîkên cihê ji aliyê tîmên me yên tolhildanê hatine kirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN