YPS'ê polêsekî dagirker û hevkarekî wan kuştin

În 27 Gulan 2022 - 21:33

  • Tîmên bersivdanê yên YPS'ê li Amed û Êlihê du çalakî kirin. Hate ragihandin ku polîsekî Tirk hatiye kuştin. 

Tîmên bersivdanê yên YPS'ê li Amed û Êlihê du çalakî kirin. Hate ragihandin ku polîsekî Tirk hatiye kuştin. 

Li gorî daxuyaniyê, Tîma Bersivdanê ya Şehîd Devran Devrîm, 20'ê Gulanê li navçeya Amedê Sûrê, bi çekên otomatîk li polêsên li dewriyê digeriyan, xist.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi qasî ku hate tespîtkirin polêsek hate cezakirin."

21'ê Gulanê li taxa Saglik a Êlihê jî Tîma Bersivdanê ya Şehîd Sekvan Rûbar a YPS Jinê, li dijî hevkarekî polêsên Tirk, kesê bi navê "Roşan" çalakî kir ku fûhûş dida kirin. Li gorî daxuyaniyê ew şexs hatiye 'cezakirin'.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Herdu çalakî ji bo silavkirina berxwedana gerîla û bersiva êrişên demên dawî yên li dijî mirovên me yên sivîl ên welatparêz, hatine lidarxistin." 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.