• YPS’ê li Amed, Denîzlî û Mûglayê du kargeh û gelek wesayît şewitandin.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Êrîş Mordem a YPS’ê li Amed, Denîzlî û Mûglayê du kargeh û gelek wesayît şewitandin.
Di daxuyaniyê de weha tê gotin:
“Yekîneyên Tolhildanê di 6’ê Îlonê de li dijî wesayîta serwîsê ya qeyyûmê şaredariya Baglarê ya Amedê çalakiyek li dar xist û wesayît şewitî û bû xwelî.
6’ê Îlonê, li Merkezefendiya Denîzliyê xaneke ku tûrîst diçûnê, hate şewitandin. Di çalakiyê de kargeh îmha bû û xisareke mezin gihişt kargeheke din.
Heman rojê, li Taxa Gokpinar a Pamûkkaleya Denîzliyê jîpeke luks hate şewitandin. Jîpa luks a sîxuran bû xwelî.
4’ê Îlonê, li Menteşeya Mûglayê kargeheke di nav sanayiyê de tevî wesayîtên di nav de hate şewitandin.”
Yekîneyên YPS’ê diyar kirin ku ev çalakî li dijî êrişa nijadperest a li Sakaryayê hate kirin û got, “Divê her kes bi taktîkên xurt tevlî nav pêngava tolhildanê bibe.”
NAVENDA NÛÇEYAN