- Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Harûn Koçer ên YPS'ê li Amed, Colemêrg û Mersînê çalakî kirin.
Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Harûn Koçer ên YPS'ê ragihandin ku wan li Amed, Colemêrg û Mersînê çalakî kirine.
Li gorî daxuyaniya Tîmên Bersivdanê, bi çalakiyên li sê bajaran wan pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' silav kirine.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 18'ê Îlonê li navçeya Erdemlî ya Mersînê li dijî navendeke tûrîstîk çalakî hatiye kirin.
19'ê Îlonê li dijî firoşkarên narkotîkê li kolana Gungor a navçeya Geverê ya Colemêrgê 'çalakiya cezakirinê' hat kirin.
14'ê Îlonê li Sîteya Pîşesaziyê ya Mersînê li hemberî depoyeke parçeyên qemyonan çalakiya bersivdanê pêk hatiye û depo bi temamî şewitiye.
8'ê Îlonê li taxa Şehîtlîk a Yenîşehîr a Amedê bi bombeyan li dijî qereqolê çalakî hate kirin û panîk ketiye nava qereqolê, lê li ser hejmara kuştî û birîndaran agahî nehatiye bidesxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN