- YPS'ê bersiv da hewara Cûdî ya dewleta Tirk 3 meh in agir pê xistiye, û gelek dever şewitandin.
Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Adir Xizgonos ên YPS'ê ragihand, bersiv dane hewara Cûdî ya dewleta Tirk 3 meh in agir pê xistiye, gelek dever şewitandine.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Tîmên Bersivdanê di çarçoveya "Pêngava Tolhildanê ya li dijî mêtinger, sîxur û nokeran" de li dijî şewitandina daristanên Çiyayê Cûdî wan çalakiyên bersivdanê li dar xistine.
8'ê Îlonê, febrîqeya tekstîlê ya li navçeya Menemen a Îzmîrê hate şewitandin.
Heman rojê li navçeya Efeler a Aydinê jî agir bi sîteya pîşesaziyê ya li kolana Sanayî Alti ya taxa Zeybekê hate xistin, xisar li derdora sîteyê û wesayitên lê bû.
Lli navçeya Bozdogan a Aydinê li dijî santrala elektrîkê çalakiya sabotajê hate kirin û di encamê de santrala elektrîkê bi temamî îmha bû."
NAVENDA NÛÇEYAN